Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li hember taxên di bin kontrola yekîneyên parastinê de bomberdûmanên giran dewam dikin. YPS’ê bal kişand ku bi taybet çeteyên Qesrê bi awayekî zêde berê xwe didin taxên Îsmet Paşa û Gazî Paşa, bomberdûmanan pêk tînin. Her wiha destnîşan kir ku çeteyên Qesrê li taxên di bin kontrolê de ti pêşketin bi dest nexistine.
YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyan de ev agahî parve kirin:
NISÊBÎN
20’ê Nîsanê di çalakiya yekîneyên me yên YPS’ê ya li Taxa Şehîd Gelhat de endamekî POH’ê hate kuştin. Di heman rojê de yekîneyên me li kolana Kanarya wesayîtek kepçe îmha kirin. Dîsa di heman rojê saet 18.30’an de dema yekîneyek JOH’ê hewl da bikeve malan ji aliyê yekîneyên me bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin, li vir endamekî JOH’ê hate kuştin, yek jî birîndar bû.
24’ê Nîsanê saet 07.30’an li Taxa Şehîd Gelhatê yekîneyên me yên YPS’ê pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone xistin. Heman rojê, li ser rêya Çaxçaxê yekîneyên me li hember kepçeyeke zirxî çalakî li dar xistin û ew îmha kirin.
ŞIRNEX
22’y Nîsanê dema wesayîteke zirxî ya Kobra hewl da bikeve Taxa Îsmet Paşa ji aliyê yekîneyên me ve bi çalakiya sabotajê hate derbkirin û neçar maye vekişe. Di heman rojê de dema 3 wesayîtên zirxî hewl dan bikevin taxê, yekîneyên me bi çekên giran û ferdî çalakî li dar xistin û 2 endamên POH’ê kuştin. Her wiha heman rojê, dema yekîneyeke POH’ê hewl da bikeve taxa Îsmet Paşayê ji aliyê yekîneyên me çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Lê, têkîldarî hejmara mirî û birîndarên çeteyan agahî nehatin bidestxistin.
Li Taxa Îsmetpaşayê wesayîteke zirxî ya Kobra ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin. Cenazeyên endamên JOH’ê yên li vir mirin jî heta danê êvarî saet 22.00’an di bin kontrola yekîneyên me de man.
Dema çeteyên Qesrê ji aliyê zanîngehê berê xwe dan Taxa Îsmet Paşayê, yekîneyên me bi çekên ferdî û giran ev êrîşa asteng kirine. D vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya Kobra hate îmhakirin, ên di hundirê wesayîtê de jî mirine.
23’yê Nîsanê yekîneyên me li hember 3 malên ku li Taxa Îsmetpaşayê çeteyên Qesrê tê de bi cih bûne ji çar aliyan ve bi çekên giran û navîn çalakî li dar xistin. Piştî çalakî mirî û birîndarên xwe jî bi xwe birine û vekişiyane.
Li Taxa Cûmhûriyetê di 3 çalakiyên li cihên cûda yên yekîneyên me li dar xistine de 3 endamên POH’ê hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone jî hatiye xistin.
23’yê Nîsanê yekîneyên me li ser rêya Cizîrê ya Taxa Yenî li hember wesayîteke zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê li dar xistin. Piştî çalakiyê herî kêm 3 çeteyên Qesrê mirin. Agahiyên bi detay wê piştre bêne ragihandin.
23’yê Nîsanê di çalakiya yekîneyên me ya li Taxa Bahçelîevlerê de endamekî POH’ê hate kuştin, yek jî birîndar bû.
24’ê Nîsanê yekîneyên me li hember çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin Taxa Bahçelîevlerê çalakiya sabotajê li dar xistin û herî kêm 2 endamên POH’ê kuştin.
Di heman rojê de di çalakiya yekîneyên me ya li Taxa Bahçelîevlerê de endamekî JOH’ê hate kuştin.
GEVER
Nasnameya endama me ya YPS’ê ku meha Adarê li Geverê şehîd ket wiha ye:
Sterk Botan / Altûn Yaray / Dayik: Feraî – Bav: Kazim / Cihê Jidayikbûnê: Tetwan / Şehadet: Meha Adarê Li Geverê.”