12 xwendekar li Erdexanê hatin girtin

12 xwendekar li Erdexanê hatin girtin

Li Erdexanê piştî daxuyaniya derbarê grevê de 14 xwendekarên zanîngeha Erdexanê hatin binçavkirin, 12 jê hatin girtin.

Li Erdexanê Rêxistina BDP'e ji bo balê bikşîne ser greva birçîbûnê û piştgiriyê bide daxwazên girtiyan daxuyanî pêk anîbû û polîsan êrîşî komê kiribû. Di êrîşê de polîsan 12 xwendekarên Zanîngeha Ardaxanê binçavkiribûn. Di serdegirtina malan de jî 2 xwendekarên din binçavkirin. 14 xwendekarên zanîngehê ku şevê din derxistin pêşberî dadger 2 xwendekar serbest hatin berdan û 12 xwendekar jî bi îdîaya “Propagnada rêxistinê kirine" û li dijî xala 2911'an derketine hatin girtin û şandin girtîgehê.