Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku çeteyên Qesra faşîst li taxên berxwedanê çekên bi fosfor bi kar tîne. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku yekîneyên YPS’ê pêşdeçûna çeteyên Qesrê asteng dikin, ragihand ku tankek, kepçeyek hatine îmhakirin, her wiha wesayîtek zirxî ya kobra jî hatiye derbkirin. YPS’ê eşkere kir ku qasî hatiye zelalkirin 11 çeteyên Qesrê hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku berxwedana xwerêveberiyê didome. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bal kişand ku çeteyên Qesrê li taxên berxwedanê çekên fosforê bi kar tînin, ev agahî parve kirin:
LI NISÊBÎNÊ LI HEMBER ÇETEYÊN QESRÊ ÇALAKÎ
25’ê Nîsanê li hember komek çete yên ku xwestin bikevin Taxa Alîak çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 7 JOH hatin kuştin. Dîsa di heman rojê de li hember wesayîta zirxî û tanka ku xwestin ji Îpekê ve bikevin taxan, çalakiya sabotajê hatiye lidarxisin, di çalakiyê de 1 tank hat îmahkirin û wesayîta zirxî ya kobra hat derbkirin û bi neçarî vegeriyane. Kepçeya zirxî ya ku ji aliyê tabûrê ve xwest bikeve nava taxê di encama çalakiya ku hate lidarxistin de bêkêr bû. Têkildarî kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê yên di tank, wesayîta zirxî û kepçeyê wê piştre agahî bi raya giştî re werin parvekirin.
LI ŞIRNEXÊ YPS-JIN’Ê BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ LI DAR XIST
Di 25’ê Nîsanê de wesayîta kobra ya zirxî ya ku xwest bikeve Taxa Bahçelîevlerê ji aliyê yekîneyên me ve hate hedefgirtin û di encamê de ajokarê wesayîtê hate kuştin. Di heman rojê de yekînêyên me ji aliyê gundê Omeriyê ve çete hedef girtin û di encamê de çeteyekî Qesrê hate kuştin.
Dîsa di heman rojê de yekîneyên YPS-JIN li hember komek çeteyên ku li pêşiya avahiya AKP’ê û rêya mezin kom bibûn, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku bi çekên giran hate lidarxistin de 8 roket li vê deverê ketin, hat dîtin ku piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê. Dîsa rojek piştî wê, li heman cihî çeteyên Qesrê yên kom bibûn, ji aliyê yekîneyên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. 3 roket li cihê ku çete lê bûn ket, têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
LI WANÊ ŞER
18’ê Nîsanê li Wanê şerek qewimî. Di serdegirtina malekê de bersiva çeteyên Qesrê hate dayîn. Çeteyên ku ji wesayîta zirxî derketin rastî çalakiya yekîneyên me hatin û 2 çeteyên Qesrê hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne. Piştre jî çeteyên ku xwestin bên alikariyê jî rastî çalakiyê hatin û li vir jî 2 wesayitên zirxî yên Kobra hatine derbkirin. Kuştî û birîndarên di van wesayîtan de nehatin zelalkirin. Di vî şerî de endamekî me yê YPS’ê jî şehîd bû. Pîştî şer çeteyên Qesrê malên welatiyan gulebaran kirin.
Nasnameya endame me yê ku şehît ketiye wiha ye:
Nasnav:Agir Adar
Nav û Paşnav: Delîl Akyuz
Bav: Alî
Dayik: Makbûle
Cihê Jidayikbûne: Amed/ Çinar
Dîroka Şehadetê: 18’ê Nîsanê