10 siyasetmedar hatin girtin

Ji 17 kesên li navçeya Wan Erdîşê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin.

17 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de li navçeya Wan Erdîşê beriya du rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê birin Edliyeya Erdîşê.

Dozgeriya Tirk, piştî wergirtina îfadeyê 17 kes ji bo bên girtin da destê dadgehê. Dadgehê jî 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest berda, 10 kes jî di çarçoveya îfadeya "şahidê veşartî" û guhdarîkirina li telefonan de, bi îdîaya ku têkiliya wan bi çalakiya girtina rê ya taxa Karayolû Orene ya 4'ê Nîsanê li Adilcewazê, girt. Kerem Çelîker, Savaş Albayrak, Erol Çetîn, Yûsûf Acar, Aydin Çakir, Mûrat Îş, Îzzet Îş, Ersîn Avci, Hakan Bozlak û Abdullah Çakir şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.