10 hezar girtî dikevin greva birçîbûnê

10 hezar girtî dikevin greva birçîbûnê

Greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk de hatiye destpêkirin ket roja 54’emîn. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku ji 5’ê mijdarê û şûnde dê 10 hezar girtî tevlî greva birçîbûnê bibin.

Li ser navê gitrtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand. Kaya di daxuyaniya xwe de berxwedana gelê kurd ya li derve û piştgiriya hemû dost û şoreşgeran Tirkiyeyê silav kir.

Kaya destnîşan kir ku gelê kurd bi vê berxwedna xwe xwedî li Rêberêtî, zarok, welat û nirxên xwe derketiye, dê îro pê de jî bi heman berxwedanê bide nîşan û nirxên xwe yê civakî biparêze.

DIVÊ EV BERXWEDAN BIDOME

Kaya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev gelê ku rabûye serhildanê dê tu hêz nikaribe xwe li dijî berxwedana wan bigire û ev tişt got: “Em bang li gelê xwe û dostên gelê xwe dikin ku vê serhildana xwe bi çend rojan re sînor nekin. Divê her kes bizanibe ku em di sibe roja azadiyê de ne û em ê li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşînê bilind bikin pêla serhildana mezin bikin. Ji bo wê divê bê navber serhildanên me berdewam bikin û ev deynê stûyê me ye.”

EM ŞANTAJAN QEBÛL NAKIN

Denîz Kaya di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku armanceke wane ku çokê li hinekan bidinin tewandin tuen û ev wiha axivî : “Em ji kesî re şantajê nakin, lê şantajên li dijî xwe jî bi tu awayî qebûl nakin. Em wekî dîlên azadiyê wan mafên xwe yên civakî, siyasî û mirovî wekî şîrê dayikê helal dibînin û vê nê jî raya giştî re parve dikin. Divê êdî dest ji zilma li ser gelê bê berdan. Divê Erdogan û kasealêsên wî baş bizanibin ku dê desthilatdariya wî û baziragê wî bi dawî bibe, dê fêm bike ku bi zilmê ev naçe serî.”

‘EM BERSIVÊ DIXWAZIN’

Kaya bang li hemû cîhanê dikin û ev tişt anî ziman: “Kê dikare bêje hûn nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin û xwe biparêzin? Kê tecrîda li ser Rêberê gelekî asayî bibîne û ji nedîtî ve bê? Kî dikare li hemberî muzekareya ku bi rêberê me re tê kirin derkeve? Kê bêje ez mirov im divê bersiva van pirsan hemûyan bide.”

Kaya diyar kir ku ew wekî gelê kurd ji sîstema ku azadiya gelê kurd înkar dike û hebûna wê nasnake re dibêjin êdî bes e.

BANGA JI RAYA GIŞTÎ RE

Kaya destnîşan kir ku greva birçîbûn ya bêdem û bêdorveger ya di 12’ê îlonê de hatiye destpêkirin di roja 54’an de ye û ev tişt got: “Em ji îro şûn de çalakiya xwe derdixin asteke jor. Di 5’ê mijdarê pê de em bi 10 hezar kesî dest bi greva birçîbûnê dikin. Di 5’ê mijdarê roja duşemê li tevahî girtîgehên li Kuristanê û li Tirkiyeyê ji derveyê kal, zarok û nexweşan, bi hemû hevalên xwe re dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.”

HIŞYARÎ DAN AKP’Ê

Kaya di daxuyaniya xwe de hikûmeta AKP’ê jî hişyar kir û wiha pêde çû: “Em hemû kesên ku çalakiya me reş dike, dixwaze bişkÎne hişyar dikin û dibêjin wan ji xwe re cidî bin. Heke daxwazên me neyên cih tiştên ku biqewimin dê hikumeta AKP’ê û Erdogan berpirsyar be.”

JI GELÊ KURD Û MALBATAN RE

Kaya bal kişand li ser serhildanên gel jî û da zanîn ku dê serhildanên gel û berswedana wane greva birçîbûnê bibe îradeyeke hevgirtî û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev berxwedan dîrokê dê bi xwe re pêngavên dîrokî bîne. Ji vê re baweriya me mezin e, bila gelê me jî û dostên gelê me jî ji vênê bawer bikin. Em bang li birayên xwe yên tirk, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn û hemû raya giştî dikin ku bila piştgiriyê bidin daxwazên me. Dê azadî bi ser bikeve.”