10 cenaze bi rengekî korsanî hatin defnkirin

10 cenazeyên tê gotin yên kesên di demên cuda de li Geverê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rengekî korsanî li goristana bêkesan hat veşartin.

Hat ragihandin 10 cenazeyên tê gotin yên kesên di demên cuda de li navçeya Colemêrg Geverê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rengekî korsanî li goristana bêkesan a Erzîromê hatiye veşartin.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel bi Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Erzîromê re hevdîtin kir û bihîst ku 10 ji cenazeyan li goristana bêkesan hatine veşartin, 7 cenaze jî amadekarî tên kirin ku bên veşartin.

Demîrel da xuyakirin, ku têkildarî mijarê ew bi Wezîrê Edaletê re axivîne û got, "Em dixwazin, heta encamên DNA eşkere nebin, cenaze neyên veşartin. Ji me re gotin, 'ji ber ku 15 roj di ser re derbas bûye, hatine defnkirin'. Eger li Saziya Tipa Edlî testa DNA neyê kirin an jî testê encam nedabe, hingî cenaze dikare bê veşartin, lê divê li benda encama testa DNA bisekinin."

Demîrel diyar kir, ji bo karê testa DNA bi lez bê kirin, hevdîtinên wan dewam dikin.