'1'ê Mijdarê roja Kobanê mîna 1'ê Gulanê bû malê gelên cîhanê'
Huso diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurd a di salên 1970'yî de li Enqereyê ji aliyê komek ji xwendekaran ve hat destpêkirin, bi federalîzma demokratîka Rojava-Bakurê Sûriyeyê re bûye garantiya jiyana navbera gelan.
ANF
KERKÛK
şemî, 30 avrêlê 2016, 07:16
Xerîb Huso da xuyakirin, ku mîna 1'ê Gulanê berxwedana Kobanê jî bûye îlham ji hemû bindestên li cîhanê re û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd a di salên 1970'yî de li Enqereyê ji aliyê komek ji xwendekaran ve hat destpêkirin, bi federalîzma demokratîka Rojava-Bakurê Sûriyeyê re bûye garantiya jiyana navbera gelan."
Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso li ser 1'ê Gulanê û federalîzma Bakurê Sûriyeyê semîner da penaberên Rojavayî yên li Kerkûkê û destnîşan kir, ku têkoşîna kedê ya li Şîkago destpê kir, çawa ku bû îlham ji çîna kedkaran a cîhanê re, berxwedana Rojava jî ji bo gelên bindest bûye çavkaniya mezin a îlhamê.
TÊKOŞÎNA LI ENQEREYÊ DESTPÊ KIR JI BO KURDAN MÎLADEK E
Huso da zanîn, têkoşîna bi PKK'ê re destpê kir, ji aliyê têkoşîna azadî û kedê ya Kurdan ve mîladek e û got, "Heta sala 1979'an Kurd hem ji aliyê kedê hem jî ji aliyê neteweyî ve hat pelçiqandin. Lê belê ev rewş ji aliyê tevgerên sosyalîst û komunîst ên wê demê ve nehat dîtin. Ev tevgerên ku Kurdan jî di nav de cih digirtin, çîna kedkar a dewleta pê ve girêdayî esas digirtin. Kesî qala Kurdan nedikir. Lê belê piştî ku PKK derket holê, Kurd bûn xwedî hêzeke mezin a têkoşînê. Cara yekemîn tevgera PKK'ê di wê demê de qala Kurdan, qala mafên wan kir. Ev yek ji bo Kurdan mîladek e."
'1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ MÎNA 1'Ê GULANÊ BÛ MALÊ GELÊN CÎHANÊ'
Huso diyar kir, mîna 1'ê Gulanê roja têkoşîna kedê ya cîhanê, 1'ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê jî ji bo hemû gelên bindest bûye sembolek û destnîşan kir, ku sîstema neteweya demokratîk a federasyona Bakurê Sûriyeyê ya ji hemû cihêrengiyan, di encama vê têkoşînê de derketiye hole.
Huso ragihand, ji bilî Kurdan kesek li Sûriyeyê xwedî bername û stratejiyeke rast nînin, her kes hewl didin pirsgirêk bi tenê bi şer çareser bikin, lewma hemû cihêrengî xwedî li federasyona Bakurê Sûriyeyê derdikevin.
Huso da zanîn, federasyona gelan a Bakurê Sûriyeyê encameke têkoşîna zêdeyî 40 salan a tevgera azadiyê ya Kurd e û wiha dewam kir: "Bêguman destketiyên îro li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê derketine holê, federasyona hat ragihandin, di encama berdêlên mezin de pêk hatin. Rêber Apo di vê oxirê de berdêlên gelekî mezin da. Ji bo vê yekê ev 40 sal in felsefeyek, sîstemek afirand û di encamê de jî sîstemek jiyana bi hev re ya hemû gelan derket holê."