JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
Daxwaza azadiyê ya jinan bersiva xwe dibîne
Meşa jinên di pêşengiya TJKE de ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin, di roja 8. de didome. Şaredarê Selestat ê di roja heştemîn de çalakvan ziyaret kir, çalakiya jinan silav kir û got ku ji bo piştgiriya ji Şoreşa Rojava re wê bixebite.
-
Ji roja 7. a meşa azadiyê ya jinan çend wêne
Meşa Dirêj a Bern-Strasbourgê, ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) di 4'ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Ocalan destpê kir, roja 7. li dû xwe hişt û dewam dike.
-
-
Du dilên bi ruhê aştiyê ber bi azadiyê ve dimeşin
Du jin, du dayikên aştiyê yên bi êşa windakirina zarokên xwe, ber bi azadiyê ve dimeşin. Emrê wan di ser 65 salî re ye, lê ev 8 roj in bi êşa zarokên xwe yên şerê qirêj ji wan stend, bi ruhê azadiyê ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin.
-
YPJ: Şerê me yê li mewziyan wê dewam bike
Ji şervanên YPJ'ê Nêrgiz got, "Me bi têkoşîna xwe re zîhniyetê ku jinê weke kole dibîne, pûç kir. Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e." Nêrgiz destnîşan kir ku şerê jinan ê li mewziyan wê dewam bike.
-
-
Bi ruhê serketinê re ber bi azadiyê ve dimeşin
Meşa jinan a ji Bernê ber bi Strasbourgê ve, di roja 7. de bi qîrîna dirûşman dewam dike. Kurdistaniyên bi ruhê serketinê yê Kobanê re daketin qadan, daxwazên wan ên ji bo "Azadiya Ocalan-Azadiya Kurdistan" li bajarên Fransayê deng vedidin.
-
Li Malmo xwepêşendana Pegîdayê rastî nerazîbûnan hat
Pegîda ku duh êvarê yekem xwepêşandana xwe li Swêdê li bajarê Malmo pêk anî rastî bertekan hat. Çalakiya bi banga Henrîk Ronnqvîst li Swêdê pêk hat bi dehan kes tevlî bûn û li aliyê din jî 5 hezar kesî ji bo Pegîdayê protesto bikin daketin qadan.
-
-
Meşa jinan a ber bi azadiyê ve didome
Meşa jinên ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin di roja şeşemîn de bi coş didome. Bi rengê jinan li bajarên Fransa daxwazên “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re azadî” li kolanan deng vedide.
-
-
15 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn
15 jinên ciwan ên bajarê Tirbespiyê piştî di perwerdeyek leşkerî ku mehekê dom kir re derbas bûn, tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
-
Di Meşa Dirêj de jineke Laz
Jina Laz Ersalan dibêje: “Bi taybet gava ez pêkanînên zilam û sîstemê yên li hemberî jinên Deryaya Reş dibînim, ez Ocalan baştir fêm dikim."
-
-
Hevserê xwe yê îstîsmara cinsî kir kuşt
Gonul Sokmen a hevserê xwe yê bi mehra olî pêre zewicîbû rojên buhrî kuşt, diyar kir ku ji ber hevserê wê li hember wê îstîsmara cinsî û şideta fizikî pêk aniye kuştiye.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-