JIN
Hemû Nûçe
-
HNB: Erdogan dixwaze berxwedana jinê têk bibe
Yekîtiya Jinên Bethnahrîn: Armanca zîhniyeta faşîst ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, têkbirina berxwedana jinê ye. -
Koordînasyona KJA ya Rihayê alîkarî da qadên xwerêveberiyê
Alîkariya ku Koordînasyona KJA ya Bajarê Rihayê ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê kom kirin, ji bo bigihêje qadan ber bi Amedê ve ket rê. -
Hesabê JINHA yê li medya civakî hat şikandin
Yekemîn ajansa jinê li cîhanê JINHA, piştî ku bi biryarnameyê ji aliyê AKP'ê ve hat girtin, vê carê jî hesabê wê yê li medya civakî hat şikandin. -
'Em heqîqeta azadiyê ne, hûn a koletiyê ne'
Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin "Em heqîqeta azadiyê ne, hûn û sîstema we hiqûqa koletiyê ne, hunera we jî wê qasî emrê we be. Em her tim hebûn û em ê her tim hebin." -
SMJÊ: Berxwedana Kobanê bersiva li fermana Şengalê bû
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Roja Kobanê a Cîhanê pîroz kir û got, "Berxwedana Kobanê bersiva li fermana Şengalê û xwedîdeketina li jinên Êzidî bû. -
Li Bochûmê bi sedan îmze ji Eutelsatê re hatin şandin
Kampanya îmzeyan a Meclîsa Jinên Êzidî ya Bêrîvan, li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dewam kir. -
Nasnameya jina ku cesedê wê li Manîsayê hat dîtin hê diyar nebûye
Nasnameya jina ku li Manîsayê cesedê wê hat dîtin, hê diyar nebûye. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike. -
Atan li hemberî êrîşên li ser aboriya jinê li ber xwe dide!
Dewleta Tirk her çiqas bi êrîşên li ser bajarê Şirnexê bixwaze hemû rêyên jiyanê yên gel bide girtin jî jina ciwan Besna Atan a ku koçberî Dêrgulê bûye weke li Şirnexê dirûngeha xwe vekiriye û bi dewamkirina karê xwe li ber xwe dide. -
Ji gerîlayên YJA Starê yekîneya teknîkê ya xweser
Gerîlayên YJA Starê hem li çeperan hem jî di nava karên xweser de cihê xwe di nava yekîneya teknîkê ya xweser de digirin û bi vî rengî bersivê didin êrîşan -
Dayîkên Aştiyê: Em xwedî li vîna gel derbikevin
Meclîsa Dayîkê Aştiyê ya Êlihê, girtina hevşaredarê şaredariyê Gulten Kişanak û Firat Anli li gel Ayla Akat Ata şermezar kirin. Dayîkên Aşîtiyê diyar kirin ku xwedî li vîna gel derdikevin, bal kişan ser yekîtiya jinan. -
Pervîn Bûldan: Roj roja yekîtiyê ye
Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan li ‘’Pevgihîna Jinan’’ li Îdirê axivî û got, ‘’Roj ew roj e ku em li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û xaka xwe xwedî derbikevin’’ -
YPJ: Şehîda xwe ya yekem a QSD’ê Peyman bibîr tînin
YPJ’ê, yekemîn şervana xwe ya YPJ’ê Penaber ku di nava refên QSD’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. -
Jinên HDP’yî: Em ê têk neçin, siberojên azad li benda me ne
Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî girtina Kişanak û Anli gotin: ‘’Li dijî faşîzmê parolaya me her dem hêvî û yekîtiya jinê ye. Em ê ti caran serî netewînin û têk neçin. Siberoja azad li benda me ye’’ -
Dijminatiya qeyûmên AKP’ê ya li dijî jinan
Qeyûmên ku li navçeyên Wanê hatin tayînkirin, xebatên jinan dane rawestandin. -
KJK: Li dijî êrîşên li Kurdistanê em dakevin qadan
KJK'ê da xuyakirin ku ew ê bi ruhê Kobanê li her qadê berxwedanê geş bikin û bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang li gel kir, ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan dakevin qadan. -
Jin nerazî û bi hêvî ne: Wê nikaribin dengê me bibirin!
Jin li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin zext, darbe, sansur nikarin dengê jinan bibirin. -
'Êşa me, hêviya me û berxwedana me hevpar e'
Jinên Ereb, Suryanî û Kurd ên Rojavayî gotin, "Em kevneşopiya dewleta Tirk û Erdogan, ku dijminê mirovahî û jinan e, baş nas dikin. Êrîş li dijî projeya me ya federalîzma demokratîk tên kirin. Em ê bi hev re heta dawiyê li ber xwe bidin." -
Mûçeyên jin û mêran wê di sala 2186'an de bibin weke hev
Ji bo wekheviya mûçeyên jin û mêran, hê gelek kar û hewldan divê. Li gorî raporekê, ji bo li qada kar mûçeyên jin û mêran wekhev bin, divê 170 salên din derbas bibin. -
‘JINHA kelecana xwe ji baweriya bi jinê digre’
Bi daxuyaniya çapemeniyê ve ku bi pêşengiya AOHP pêk hat, biryara girtinê ya li dijî çapemeniya azad û mûxalîf hat şermezarkirin. -
Li Mannheîm belgefilma “Sara” hate nîşandan
Li bajarê Mannhemîm ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Bêrîvan-Ronahî, li Navenda Civaka Kurd a Mannheîmê civînekî ya gel li dar xistin. -
Ayla Akat Ata sewqî edliyeyê hate kirin
Berdevka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata ya ku di dema protestokirina binçavkirina hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê de hate binçavkirin sewqî edliyeyê hate kirin. -
Êrîşên AKP'ê li Êlihê hatin şermezarkirin
Pêkhateyên KJA'yê yên Êlihê, li dijî zextan û hewldanên binpêkirina vîna jinê daxuyanî dan çapemeniyê. -
KJA: Berxwedana wan berxwedana me ye
KJA'yê nerazîbûn nîşanî girtina JINHA û saziyên çapemeniya azad da û got, "Berxwedana JINHA û hemû saziyên çapemeniya azad, berxwedana me ye." -
Jinan li Silopiyayê êrîşên li dijî KJA'yê şermezar kirin
Li Silopiya jinan êrîşên li dijî KJA'yê û binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Ata Akad bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
ELN'ê peyamek bi dîmen ji KJK'ê re şand
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN), ku duyemîn mezintirîn rêxistina berxwedana çekdarî ya li Kolombiyayê ye, bi dîmen mesajek ji Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) re şand.