JIN
Hemû Nûçe
-
Jin di îsyanê de ne: Di îstîsmarê de li rizayê nayê gerandin!
Pêşnûmeya AKP’ê ya ku ji bo îstîsmarkarên zarokan efûyê tîne û bi zorê zarok bi kesê destavêj re dizewicîne, jin rakirin ser piyan. Hem jinan hem jî hiqûqnasana destnîşan kirin ku di îstîsmarê de riza nabe. -
Jinan îsyan kirin: Em ê nehêlin AKP’e tecawizkaran bişofîne!
Li Taksîma Stenbolê bi sedan jin li hev kom bûn û ji hikûmeta AKP/Qesrê re goti; “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin.” -
TJK-E têkîldarî kampanyaya ‘Ji bo têkbirina dagirkerî, xwebûn’ daxuyanî da
TJK-E: Eger em têkoşîna xwe bi perspektîfek gerdûnî û bi rêxistinî bi awayekî xwecih pêş bixin, em ê bikaribin sîstema zilamserwer-kapîtalîst a ku bûye sîstemek cîhanî têk bibin. -
Wekîlên jin ên HDP’ê: Hûn nikarin destavêtinê bişofînin!
Koma Jin a HDP’ê ya li Parlementoyê bertek li dijî pêşniyarnameya AKP’ê da ku destavêtinê dişofîne û got, ‘’Destavêtin nikare were rewakirin! Bi hemû jinana re em ê li dijî yasayên we yên destavêtinê li ber xwe bidin.’’ -
Jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
Platforma Jinan a Mersînê bernameya çalakiyên xwe yên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê werin lidarxistin, eşkere kir. -
Li Stockholmê wê Konferansa Jineolojiyê bê lidarxistin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Swêdê (SARA), bi sernavê Jineolojî-Ji nû ve avakirina zanistiyê" li paytexta Swêd Stockholmê konferansa Jineolojiyê lidar dixe. -
Dokûmantera Sara li Swêdê gelekî balê dikişîne
Dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Swêdê gelekî balê dikişîne. -
Jinên DBP’î ji bo 20’ê Mijdarê banga Hevdîtina Jinê kirin
Meclîsa Jinê ya DBP’ê ji bo Hevdîtina Jinê ku wê 20’ê Mijdarê li Amedê bê lidarxistinê banga tevlîbûnê kir. -
Li Baselê çalakiya nobedê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Ronahî û pêkhateyên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'a a li Parîsê nobed girtin. -
Ji rêxistinên jinan li dijî mohrkirina komeleyên jinan îsyan
Rêxistinên jinan ên li Stenbolê, girtina komeleyên jinan ên bi biryarnameya Rewşa Awarte li Qada Khalkedon a Kadikoyê protesto kirin. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê
Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza faîlên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Berdevka KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin diyar bikin, çalakiya li dar xistin. -
Li dijî dijminatiya li jinan a dewleta Tirk semîner
Li Gelsenkirchenê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser jina, bi semînerekê hate nîqaşkirin. -
Çalakiyên 25'ê Mijdarê li Mêrdînê dest pê kirin
Bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li gundê Çilsitûn ê Stewrê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, çalakiyek hat lidarxistin. -
KJK: Em pêngava tolhildanê ya hêzên Êzidî silav dikin
KJK’ê Pêngava Tolhildanê ya Jinên Êzidî silav kir û got; “Em bang li gelê xwe yê Êzidî, ciwan, jinan dikin ku, ji bo parastina xak, çand û baweriya xwe ji nû ve werin ser axa xwe.” -
Jin li ser medyaya civakî wê bibêjin #mücadelemizmühürlenemez
Jinên ku li dijî girtina saziyên jinan nerazîbûnê nîşan didin diyar kirin ku ew ê li ser medyaya civakî bi hactagên #kadınlarhalaöldürülüyor, #mücadelemizmühürlenemez çalakiyê bidin destpêkirin. -
Ji JINHA'yê hişyariya li ser provokasyoneke nû
Komeke faşîst a bi navê 'Bortlucîne Tîm', ku hesabê twîtterê yê yekane ajansa jinê JINHA'yê şikand, gef xwar û nivîsên nîjadperestiyê nivîsand. Balkêş e vê koma nîjadperest di nivîsên xwe de işaret bi 3'ê Mijdara 2016'an kir. -
Jinên Êzidî yên li Ermenîstanê piştgirî dan pêngava YJŞ'ê
Jinên Kurd ên li Ermenîstanê, piştgirî dan Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku ji aliyê Yekîneyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve hatiye destpêkirin. -
Li Metzê semînera jinên Kurd a li ser 25'ê Mijdarê
Li bajarê Metz ê herêma Lorraîne ya Fransayê, li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê semînerek hat lidarxistin. -
TJK-E’yê ji bo meşa Brukselê banga tevlîbûnê kir
TJK-E’yê ji bo meş û mîtînga Brukselê ku 17’ê Mijdarê li dijî faşîzma AKP/Qesrê wê pêk were, banga tevlîbûnê kir. -
Li Hanaû semînera '25'ê Mijdarê'
Jinên Kurd ên li Hanaû dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê semînerek li ser şîdeta li dijî jinê lidar xistin. -
Seyr-î Mesel a deriyê wê hat mohrkirin: Ji bo me her der dik e
Di nav 370 komaleyan de ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hat girtin Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel jî heye. -
'Divê sekna me ya li her qadê zexm be'
Ji Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Ferîde Eralp diyar kir, hikûmeta heyî gefê li jiyana her kesî dixwe û got, "Gelekî girîng e ku em bi hev re tevbigerin. Divê sekna me ya li her qadê, zexm be." -
Jinên Çinarî her sibehê sporê dikin
Li Çinarê jin di pêşengiya Navenda Jinê ya Jinwarê de her sibehê sporê dikin. -
Meclîsên Jinan ên HDK'ê: Li dijî faşîzmê em ê li kuçeyan û qadên hilberandinê bin
Di encamnameya Desteya Jinan a 7. a HDK’ê de wiha hate gotin, ‘Li dijî faşîzmê, Rewşa Awarte, BHQ’yan û li dijî xwestina dinlgirtina vîna me bi kampanyayên resen em ê li kuçe, mal û qadên hilberandinê bin’’ -
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Amedê
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, wê roja 15'ê Mijdarê li Amedê daxuyanî were dayîn û meşek bê lidarxistin. 25'ê Mijdarê jî wê li Parka Koşûyolû daxuyanî bê dayîn.