JIN
Hemû Nûçe
-
Tûncel: Berxwedana li dijî darbeyê mafê her kesî ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku hat girtin, di parêziya xwe ya li dadweriyê de wiha got: "Em li Tirkiyeyê bi derbeyeke siyasî re hevrû ne. Berxwedana li dijî darbeyê, rawestandina li dijî darbeyê mafê her kesî ye." -
Polîsan êrîş bire ser jinên ku girtina parlementeran şermezar kirin
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên jinan ên bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê girtina parlementeran şermezar kirin. -
Jin li ser 'têkoşîna li dijî dorpêça mêran' axivîn
Jinên Mala Gel, di panela "Li Dijî Dorpêça Paşverû/Mêrî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Laîkbûnê" de hatin gel hev. -
Polîsan êrîşî çalakiya li Kadikoyê kirin
Polîsan êrîşî çalakiya piştgiriyê ya ji bo HDP’ê li Kadikoyê hate lidarxistin kirin. -
Li Edeneyê 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Edeneyê bi hincetê di derbarê wan de îxbar heye 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin, piştî kû destdanîn ser alavên wan ên tekînî û telefonên wan û şûn de serbest berdan. -
Li Strasboûrgê jinan çalakiya ‘’Dest li vîna min nede’’ li dar xistin.
Bi dehan jinên ku li Strasboûrgê ya Fransayê li ber gara navendî ya trênê çalakiyeke spontane li dar xistin, operasyonên li ser HDP’ê şermezar kirin û peyam dan ku gel wê li vîna xwe xwedî derbikeve. -
Di nava meha Cotmehê de 40 jin hatin kuştin, destdirêjî li 13 zarokan hate kirin
Mêran di nava meha Cotmehê de 40 jin kuştin û dest dirêjî 13 zarokan kirin. Her wiha şîdet li 26 jinan kirin. -
‘Îradeya jinê’ ya girtî
Bi serdegirtina polîsan tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê, 7 kes hatin girtin. Wekîlên jin ên hatin binçavkirin jî bi temamî hatin girtin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî li ber Edliyeya Amedê bi êşkenceyê hat binçavkirin. -
Rêxistinên Jinan: Divê wekîlên HDP’ê bi bayê bezê serbest werin berdan
Rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku niha dema ew deme ku li HDP’ê û wekîlên jin ên HDP’ê xwedî derbikevin û banga berfirehkirina hevgiriyê kirin. -
TJK-E bang li jinan kir: Em rejîma faşîst ji kokê rakin!
TJK-E nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê da û got, "Roj roja têkoşînê ye. Roja ku em rejîmên dîktatorî û faşîst ji kokê ve rakin." -
Meclîsên Jinan û KJA: Ji bo destketiyên xwe em ê bênavber li ber xwe bidin!
Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê û KJA'yê, piştî binçavkirina Hevserok û Parlamenterên HDP'ê daxuyanî dan û ji bo xwedîderketina li destketiyan, banga berxwedana bênavber kirin. -
CENÎ: Em li her cihî dakevin qadan
CENÎ bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî faşîzma AKP'ê şermezar kir û bang li gelan kir, ku çalakiyan lidar bixin. -
Malbatên Roboskiyê xwedî li HDP’ê derketin
Malbatên Roboskiyê li dijî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê û wekîlan nerazîbûn nîşan dan, got; “Divê AKP ji vê rêya tarî vegere.” -
TJK-E: Bila her kes li dijî faşîzma AKP'ê dakeve kolanan
TJK-E: Em bang li her kesî, bi taybetî jinan dikin ku li dijî dîktatoriya Erdogan a ku faşîzm, zilm û îşkenceyê dafirîne, dakevin kolanan û xwedî li vîn û siberoja xwe derkevin. -
Komkujiya Parîsê û êrîşên qirkirinê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin
Ji bo jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Marsîlyayê çalakiya lêgerîna li edaletê hate lidarxisitn. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. -
Tifaqa Jinan a Navneteweyî piştgirî dan jinên Kurd
Tifaqa Jinan a Navneteweyî, li dijî êrîşên rejîma AKP'ê peyamek weşand û piştgirî da Kongreya Jinên Azad (KJA). -
Ji KJC'ê piştevaniya KJA’yê
Endamên Konferansa Jinan a Cîhanê (KJC), dijberî êrîşên AKP’ê peyama piştgiriyê da KJA'yê. Di peyamê de ji Ewropa û Amerîkayê xwestin nebin şirîkê rejîma dîktatoriyê û ji bo Kurdistanê azadî xwestin. -
Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê dest pê kir
Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê, ku rêxistinên jinan ji bo destekkirina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) xistin rojevê, dest pê kir. -
Jinan li Wane hişyarî dan AKP û Qesrê
Girseya gel a li Wanê bi pêşengiya KJA'yê li hev civiya, girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir û hişyarî da AKP/Qesrê. -
Hesseno: Tevî her tiştî jî aboriya jinê bi pêş dikeve
Hesseno. Karkerên Ewropayî û beşên demokratîk bi eleqeyek mezin nêzî sîstema me ya aboriya jinê ya xweseriya demokratîk dibin. -
Li Parîsê ji bo 3 jinên şoreşger çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger ku sala 2013’an hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin. -
Fîlîz Kerestecîoglû: Hikûmet zilaman bêhtir li sûc germ dike
Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû li Meclîsê axivî û got, "Hikûmet bi polîtîkayên xwe zilaman bêhtir li sûc sor dike. Têkoşîna jinan wê dawî li şer bîne." -
Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê dest pê dike
Yek ji saziyên çapemeniyê yên bi biryarnameyên AKP'ê hate girtin, Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ye. Rêxistinên jinan ji bo piştgiriyê bidin JINHA'yê, Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê didin destpêkirin. -
'Em êdî nûçegihanên JINHA'yê ne'
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Îdirê li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin, "Jina dengê jinên bindest e. Em hemû nûçegihanên dildar ên JINHA'yê ne. Têkoşîna me wê tevî zor û zehmetiyan jî bidome." -
Ji jinên Arjantînî kampanya piştgiriya ji bo KJA û jinên girtî
Komîteya Piştgiriya ji bo Tevgera Jinên Kurd a Arjantînê, dest bi kampanya "Piştgiriya ji bo KJA û jinên girtî" kir.