Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê dest pê kir
Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê, ku rêxistinên jinan ji bo destekkirina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) xistin rojevê, dest pê kir.
Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê, ku rêxistinên jinan ji bo destekkirina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) xistin rojevê, dest pê kir.
Ji bo destekkirina JINHA'yê ku bi biryarnameya AKP'ê roja 29'ê Cotmehê hate girtin, jinan li Stenbolê dest bi kampanya piştgiriyê kirin. Îro jî nobeda destpêkê li Yeryuzu Cafe'yê pêk hat.
Rêxistinên jinan bi sernavê "JINHA wê bêdeng nemîne' daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Yekemîn ajansa nûçeyan a jinê ya cîhanê JINHA bi biryarnameyê hate girtin. Lê wê ti carî bêdeng nemîne. Em jin, em ê li Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê bi JINHA re, bêyî ku bêjin 'gelo wê mêr çi bêjin û çi bikin', em ê her binivîsînin û nûçegihaniya li dora jinê, bidomînin. Em hemû nûçegihanên JINHA ne, cihê me JINHA ye, saziyên me JINHA ne. Dengê jinan #JINHAsusmayacak wê bêdeng nemîne."
Dem û cihê Nobeda Nûçeyan a JINHA'yê bi vî rengî ye:
3'ê Mijdarê: Yeryuzu Kafe
4'ê Mijdarê. Meclîsa Jinê ya Sosyalîst
5'ê Mijdarê. Îstanbûl LGBTÎ
6'ê Mijdarê: Jinên ji Partiya Şoreşger
7'ê Mijdarê: Fîlmmor
8'ê Mijdarê: Şaxê 3. ê Egîtîm-Senê
9'ê Mijdarê: Jinên HDP'yî
10'ê Mijdarê: NÇM
11'ê Mijdarê: Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz
12'ê Mijdarê: Jinên ji Kongreya Îslama Demokratîk
13'ê Mijdarê: Jinên Anarşît
14'ê Mijdarê: Meclîsa Jinê ya HDK'ê