JIN
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê aqûbeta Ahmet Şen pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 601’ê li hev kom bûn û li aqûbeta nas û xizmên xwe pirsîn ku bi destê dewleta Tirk hatine nebedîkirin û girtina TV’yên Kurd şermezar kirin. -
Li Tirkiyeyê girtina TV û radyoyan li Wûppertalê hat protestokirin
Girtina qenalên Kurdan û mûxalîfan ên ji hêla desthilatdariya Erdogan-AKP’ê, li bajarê Wûppertalê bi çalakiyek girseyî hate protestokirin. -
Qeyûmê berê xwe da Polîtîkayên Jinê
Qeyûmê li Êlihê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir. -
Jinan li Freîbûrg û Rennesê, tecrîd û darbeya AKP'ê şermezar kirin
Li bajarên Freîbûrg û Rennes ên Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qeyûm û zextên li medyayê hatin şermezarkirin. -
Li ser kampanya 'Name ji Rêber Apo re' semîner hat lidarxistin
Li ser kampanya "Name ji Rêber Apo re" ku ji aliyê TJK-E ve ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin, li bajarê Mannheîmê semînerek hat dayîn. -
Ji bo sê jinên şoreşger li Elmanyayê çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji sê jinê şoreşger ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakî hat lidarxistin û ji dewleta Fransayê hat xwestin, kiryaran ceza bike. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan weke her Çarşemê îro jî, ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalaiya edaletê li dar xistin. -
Jin wê bibin şopdarê qanûna ‘Jinê Got Na, Na Ye’
SKB diyar kir ku qanûna ‘Jinê Got Na, Na Ye’ ya têkîldarî cezakirina tundî û destavêtina li dijî jinê ji hêla Meclîsa Federal a Elmanya hatiye qebûlkirin, ji niha û şûn de jî ew ê bi aktîvîteyên cuda vê qanûnê bi tevahî jinan bidin fêmkirin. -
Jinên Êzidî yên li Şengalê wê xwe bi navê TAJÊ birêxistin bikin
Di Konferansa Jinê ya 2. de ku ji hêla Meclîsa Jinên Şengalê ve 25’ê Îlonê pêk hatibû, jinên Êzîdî biryar standin ku xwe weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) birêxistin bikin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Stockholmê kon hat vedan
Jinên Ciwan ên Azad, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li meydana Medborgarplatsen a Stockholmê kon vedan. -
Jinên Şirnexî: Jiyana li binê konan êdî gelekî zehmet e
Jinên Şirnexî yên cih û warên xwe neterikandin û li binê konan dijîn, dan xuyakirin ku bi sermayê re mayîna li binê konan gelekî zehmet e. -
Li Şengalê 2.Konferansa Jinan pêk hat
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta li 2. Konferansa Jinan a Şengalê axivî û got, ‘’Em îro vê konferansê pêk tînin, bi mebesta jinên êsîrên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin’’ -
Konferansa kedê ya Jinan a Navneteweyî destpê kir
Nunera Konfederasyona Sendikaya Hollanda Anya Wîersma ya ku di Konferansa “Kedê ya Jinan a Navneteweyî” de axivî, li Hollandayê ya ku di ekonomiyê de polîtîkayên neoliberal dişopîne, ji bo her kesê sîstema sîgorta pêwîst e. -
Ji bo Dayikên Şemiyê li Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin
Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re bê dayîn, li Swêdê 2 xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de wêneyên mirovên di binê çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. -
Cenazeyê Ellen Jaedîcke hat veşartin
Cenazeyê şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hat veşartin. -
'Em ê polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî jinê teşhîr bikin'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir, AKP/Qesr bi darbeya qeyûm re bi zanebûn navendên jinê hedef digirin û got, weke Meclîsa Jinê ya HDP'ê ew ê polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî jinê teşhîr bikin. -
Jinên Meletiyê di panela KJA’yê de kom bûn
Jinên ku li Meletiyê dijîn, di panela ku ji aliyê KJA’yê ve hate lidarxistin de kom bûn. -
Yuksekdag: Em ji we natirsin, têkoşîna me mezin dibe
Yuksekdag , di çalakiya ku jin gihiştin hev de axivî û ev peyam da: “Em ji zilm û zextên we natirsin”. Berdevka KJA’yê Akat jî diyar kir ku jin wê di rêya demokrasî û azadiyê de sînoran nas nekin. -
Dayikên Şemiyê: Diyar e em ê 600 hefteyên din jî li vir bin!
Dayikên Şemiyê ku ev 21 sal in bêyî ku havîn û zivistan, germ û sarê binêrin li pey dadê ne bi çalakiya vê heftê 600 hefte li dû xwe hiştin. -
Şane şewitîn, ban ket lê agahiyê nadin malbatan
Diyar bû ku girtiyên jin ên ku ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan sirgunî Sîlîvriyê ya Nimroya 9’ê bûyin, bi mebesta ku êşkence zêde bûye şaneyên ku lê dimînin dane berê agir. -
Girtiyên jin ên sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin, zext û zordariyê protesto dikin
Girtiyên jin ên beriya niha bi mehekê ji Bakirkoyê sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin, ji ber zext û zordariya li wan tê kirin, hucreya lê dihatin girtin, şewitandin. -
Jinan li Dûîsbûrgê kart ji Ocalan re şandin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, jinan kartpostal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. -
Hêza jinê ji Swîsreyê gihîşt Cizîrê
Jinên Kurd ên li Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bidin Cizîrê çûn karê zeviyan û qezenca xwe ji Cizîrê re şandin. -
Jinên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. -
Jinan ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
Jinên Kurd, bi şiyara "Azadiya Rêbertî azadiya me ye" li Frankfûrtê çalakî lidar xistin.