JIN
Hemû Nûçe
-
Jin li pêşiya PE’yê ji bo azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne
Jinên Kurd, ji bo li dijî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînê qirkirinê protesto bikin, daketin qadan. -
Jin ji bo Ocalan herikîn ber avahiya Neteweyên Yekbûyî
Bi sedan jinên li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek lidar xistin. -
Heyeta ji jinên Kurd bi şêwirmenda polîtîka derve ya serokê PE re rûnişt
Beriya çalakiya li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE) heyetek ji TJK-E bi şêwirmenda polîtîka derve ya Serokê PE re rûnişt. -
Fîlîz Gencer di hucreya yek kesî de tê girtin
Girtiya siyasî Fîlîz Goçer, ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin û piştî hevdîtina vekirî ya 5'ê Îlonê ti agahî jê nayê girtin, derket holê ku ev 15 roj in bi rengekî nehiqûqî li hucreya yek kesî tê girtin. -
SMJÊ Nadiya Mûrad pîroz kir
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), jina Şengalî Nadiya Mûrad ku bûye Qasida Neteweyên Yekbûyî pîroz kir. -
'Qeyûmên AKP'ê ewilî jin hedef girtin; du navend hatin girtin'
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Konca diyar kir, darbeya qeyûm a AKP'ê ewilî navendên jinan hedef girtiye û destnîşan kir, ku tevî vê darbeya qeyûm jî ew ê xebatên ji bo jinan ên li herêman bidomînin. -
Jinan li Baselê tecrîd û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Ronahî ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyan şermezar bikin, çalakiyek pêk anî. -
Komîsyona Jinan a KNK'ê pîrozbahî li Nadiye Mûrad kir
Komîsyona Jinan a KNK'ê, bûyîna Qasida Neteweyên Yekbûyî ya Niyeta Baş li Nadiye Mûrad pîroz kir û got, "Em bawerin tu bi tenê dengê Êzidiyan nabî. Tu yê bibe dengê Yarsan, Zerdeştî, Kakeyî, Elewî, Şebek, Xiristiyan û hemû gelên bindest." -
KJA: Em desteserkirina şaredariyan nas nakin, em ê li qadan bin
Pêkhateyên KJA'yên yên Wanê diyar kirin, ew ê desteserkirina şaredariyan nas nekin. -
Li Brûkselê jina ji bo azadiya Ocalan mîtîng li dar xist
Li paytext Brûksel a Belçîkayê Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan, mîtîna ji bo Ocalan azadî li dar xistin. -
YJA Starê Ezda Gever bi rêzdarî bi bîr anî
Fermandariya YJA Starê ya Şengalê Şîlan Duger (Ezda Gever) a li Şengalê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Fermandariyê wiha got; “em ê têkoşîna ku hevala me Ezda Gever dewrî me kiriye veguhezînin asta herî jor.” -
Tecrîd bi şandina nameyan hat şermezarkirin
Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan a li Bîelê, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand. -
Ji bo sê jinên şoreşger li Brukselê daxwaza edaletê hat kirin
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hat lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin
Li paytext Parîs a Fransayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an diyar bikin, li pêşiya parlementoyê çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
Kampanyaya TJK-E’yê ya ji bo ku CPT bi Ocalan re hevdîtinê bike berdewam dike
Kampanyaya Tevgera Jina Kurd (TJK-E) ku bi mebesta CPT bi Ocalan re hevdîtinê bike li ser înternetê berdewam dike. -
Ji fermandarên gerîla yên MLKP’ê Canbay jiyana xwe ji dest da
Ji fermandarên gerîlayên MLKP’ê Berfû Dîlan Canban, di şerê Dêsimê de jiyana xwe ji dest da. -
Di şerê mabeyna malbatan de jinek hate qetilkirin
Li gundê Kereşa yê navçeya Basa ya Şirnexê navbera du malbatan de şer rû da û jina bi navê Heybet Demîr a ducanî jiyana xwe ji dest da. -
Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Kemer a Antalyayê jina bi navê Fatma Alp bi guleya çiftê hat qetilkirin. -
Kampanya daxwaznameyan a TJK-E berfireh dibe
Ji bo derhal hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin, Tirkiye PMME bi cih bîne û hurmetê nîşanî mafên girtiyên siyasî bide, TJK-E roja Înê li Strasboûrgê dest bi kampanya daxwaznameyan kiribû. Ev kampanya berfireh dibe. -
Jinên Sosyalîst li dijî barbariya DAIŞ'ê meşiyan
Yekîtiya Jinên Sosyalîst beşdarî Festîvala Fete l'Humanîte bû, ku festîval her sal ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê ve tê lidarxistin. -
Li ser navê Dayika Berfo pirsîn: Cemîl Kirbayir li kû ye?
Dayikên Şemiyê di serî de Cemîl Kirbayir, aqûbeta kesên ku di 12’ê Îlonê de hatine windakirin pirsîn. -
TJK-E ji bo Ocalan kampanya îmzeyan da destpêkirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxwaza bi lezgînî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, madeyên HMME li Tirkiyeyê bikevin dewrê û rêz li ber mafên girtiyên siyasî bê girtin, kampanya îmzeyê da destpêkirin. -
Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan jinan dest bi Meşa Dirêj kir
Meşa Dirêj ya ku jinên Kurdistanî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azadiyê bi dest bixe ji Ûppsala ber bi Stockholmê dan destpêkirin, didome. -
TJK-E: Em ê Strasboûrgê bikin qada berxwedanê
TJK-E’yê ji ber ku CPT’ê li gel grêva birçîbûnê ya Amed û Straboûrgê, têkildarî ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neketiye tevgerê, bertekek tund nîşan da. -
Tûncel: Em qeyûman nas nakin, roj roja berxwedanê ye
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, anî ziman ku ew biryara qeyûman nasnakin.