SMJÊ Nadiya Mûrad pîroz kir

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), jina Şengalî Nadiya Mûrad ku bûye Qasida Neteweyên Yekbûyî pîroz kir.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî Nadiya Mûrad a bûye Qasida Neteweyên Yekbûyî pîroz kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nadiya Mûrad bi temenê 19 saliya xwe di fermana Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve 3 mehan dîl hat girtin. Piştî ku rizgar bû, rêyeke zor danî pêşiya xwe. Ji ax û warê xwe yê bajarê Koço, ku talan bûyî, dûr ket û vîzyonek da pêşiya xwe."

NADIYA XWEST BIBE DENG Û ÇAVÊN BI HEZARAN JINÊN ÊZIDÎ YÊN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku Nadiya, ji bo bi hezaran jin û keçên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne, xwest bibe deng û çavên wan û wiha dewam kir: "Keça ciwan Nadiya serpêhatiya xwe ya bi êşên kûr li gelek welatan da guhdarîkirin. Di xebata xwe de bû qîrîn û hawara Jinên Êzidî."

JINÊN ÊZIDÎ ÊDÎ RÊXISTINBÛYÎ Û XWEDÎ HÊZA PARASTINÊ NE

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rêxistinbûyîna jinên Êzidî û hat gotin, "Li Şengalê êdî Parastina Leşkerî ya Jinan heye. Meclîsa Jinên Şengalê jî xwe bi rêxistin kiriye û li qada Ewropayê jî jinên Êzidî sîwana xwe ava kirine. Ancax bi vî awayî jinên Êzidî dikarin bersivê bidin karaseta 3'ê Tebaxa 2014'an, ku bi taybetî li dijî jinên Êzidî hat kirin. Jinên Êzidî xwedî hêzeke kûr û dûr e."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew Nadiya Mûrad weke hêz û hêvî ji bo jinên Êzidî dibînin û di karên wê de daxwaza serketinê hat kirin.