JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan li Rûsyayê tundî û tecrîd şermezar kirin
Jinên Kurd ên li Rûsyayê, tundiya li jinê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin. -
Tundiya li jinê li Nurnbergê hate şermezarkirin
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, tundî û destavêtina li jinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin. -
Ertak: Dewletê hevjînê min destgîrkirin û winda kirin!
Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mehmet Ertak ê berî 28 salan hate destgîrkirin û windakirin pirsîn. Hevjîna Ertak diyar kir ku hevjînê wê ‘dewlet’ê winda kiriye. -
‘Ji ber êrîşên faşîst û qirker tevlî refên PKK’ê bûm’
Ji fermandarên YJA Starê Amara Ronahî ku bavê wê li ber avahiya HDP’ê di nobedê de ye, destnîşan kir ku ji ber êrîşên faşîzan û qirker bi vîna xwe tevlî nava refên gerîla û PKK’ê bûye. -
Li Nevşehîrê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin
Fatma D. ya li Nevşehîrê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Mûstefa D ve bi çekê hate qetilkirin. -
Rapora HDP’ê: Li Amedê di 7 mehan de 7 jin hatin qetilkirin
Di rapora ji aliyê Parlementera HDP’ê Semra Guzel ve hate amadekirin de, li Amedê di 7 mehên destpêkê ya 2020’ê de 7 jin hatine qetilkirin. Gezel bal kişand ser bê ka wê çawa pêşiya tundî û qetilkirinê bê girtin. -
Li Îzmîr û Wanê 2 jin hatin kuştin
Ceyda Yuksel a li Bornova ya Îzmîrê dijî, ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ve li mala wê hate qetil kir, li navçeya Erdîş a Wanê jî jina bi navê P.A ji bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Jin ji bo Îpek E. li qadan bûn
Jin ji bo Îpek. E ya piştî destdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan û şûnde întixar kir, daketin qadan û peyama ‘Em rê nadin ku berpirs pak bên nîşandan, em ê li her qadê tê bikoşin.” -
Jinan dewleta tecawizkar protesto kirin
Jin li Tirkiye û Kurdistanê ji bo Îpek Er a piştî çawîşê pispor ê Tirk Mûsa Orhan destdirêjî kir û dawî li jiyana xwe anîî kom bûn. Di çalakiyê de polîtîkayên tecawizê ya dewletê protesto kirin. -
Başaran: Li Kurdistanê tecawiz polîtîkaya dewletê ye
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başran got li bajarên Kurdistanê tecawiz polîtîkaya taybet a dewleta Tirk e. -
Jinan dest avêtin şermezar kirin, polîsan êriş kirin
Destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt jineke ciwan, li Stenbolê hate şermezarkirin. Lê belê polîsan êriş birin ser jinên ku çalakiya protestoyî kirin û 4 jin bi zorê destgîr kirin. -
'Têkoşîna jinan muxalefet geş kir'
Nadiya Gurbuz a HDP'yî diyar kir di geşbûna muxalefeta civakî de rola herî girîng jin in û got, ''Ji ber vê herî pir êrîşê tînin ser beşê civakê yê herî dînamîk.'' -
Li Kîlîsê jina 68 salî hate qetilkirin
Li Kîlîsê jina bi navê Altûe el-Hassan ji aliyê zavayê xwe ve hate qetilkirin. -
Li Êlihê gel li dijî tecawizê meşiyan
Gelê Batmanê li dijî rênedana daxuyaniya çapemeniyê ku dihatexwestin ji bo Î.E a piştî destdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan û şûnde dawî li jiyana xwe anî, bi girseyê dest bi meşê kir. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê şideta li ser jinan protesto kirin
Li gelek bajarên Rûsyayê jinên Kurd, şideta li ser jinê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiye protesto kirin. -
Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
Li Serîk a Antalyayê jina bi navê Dûdû Ç. ji aliyê hevserê xwe M.Ç. ve hate qetilkirin. -
Jin a ku leşkerê Tirk dest avêtê, jiyana xwe ji dest da
Î.E. a 18 salî ku li Êlihê çawişê pispor ê artêşa Tirk Mûsa Orhan dest avêtibû wê û ji ber vê yekê hewl da xwe bikuje, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
YPS JIN’ê li sê bajaran çalakî li dar xist
Tîmên Tolhildanê yên Rojevîn Garzan a YPSJ JIN’ê diyar kir ku wan li Stenbol, Riha û Entalyayê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê’ de çalakî li dar xistine. -
Jinan li Rûsyayê li dijî tundiyê peyam dan
Jinên Kurd, Rûs, Azerî, Gurcu û Ermen ên li Rûsyayê bi hev re li dijî tundiyê peyam dan. -
Yekîtiya jinan daxwaz kir ku li dijî êrîşên Tirk bibin xwedî helwest
Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistan Kinêr Abdulah daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker bibin xwedî helwest. -
Jin di festîvala Sakîne Cansiz a 7’emîn de hatin ba hev
Ji bo bibîranîna Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye festîval hate lidarxistin. Festîvala 7’emîn a îsal li bajarê Zurîhê ya ku paytexta Swîsreyê ye hate lidarxistin. -
RJAK’ê ji bo jinên Kerkûkê dewreyeke fêrbûna dirûnkariyê vekir
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ji bo alîkarîdayîna jinên Kerkûkê dewreyeke fêrbûna dirûnkariyê vekir. -
TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr daxwuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ şehîdên komkujiyê bîr anî û komkujî şermezar kir. -
Gunay: Di nûçeyan de derbaskirina hişmendiya mêr bi têkoşînê pêkan e
Berdevka PRJM Ayşe Gunay diyar kir ku pêşxistina zimanê nûçeyê ya jinê pêvajoyeke têkoşînê ya dirêj li xwe girt û got: “Di nûçeyê de ji bo derbaskirina zimanê serwer ê mêr, wê têkoşîna jinê diyarker be.” -
Li Brûkselê ji bo peymana Stenbolê çalakî hate kirin
Jinan li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo pêkanîna peymana Stenbolê çalakiyek lidar xistin.