JIN
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin.
PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
'Dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye'
Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê ya Ewropayê: Bi navê jinên Başûrê Kurdistanê em dibêjin; Heftanîn, Metîna û Garê ji bo me ne tenê çiya ne; ew nîşaneya Kurdên azad e, jinên azad e, Kurdistana azad e.
-
-
Bedîa Akkay: Ji bo jinan her der tecrîd e
Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedîa Akkaya got, "Ji bo jinan her der tecrîd e" û destnîşan kir ku wan heta niha analîza rejîmê dikir, lê êdî wê li ser çareseriyê û têkoşînê biaxivin.
-
-
-
-
'Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye'
Gerîlayên YJA Starê di salvegera Şehîd Bêrîtan de kesayeta wê nirxandin û diyar kirin ku hevala Bêrîtan ji bo wan xetek e. Gerîlayan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê li ser xeta Bêrîtanê têkoşînê geş bikin.”
-
-
-
-
-
-
Çalakiya li pêşiya KE’yê wê ciwan dewir bigirin
Çalakiya rûniştinê ya hefteya duyemîn a 12’ê Cotmehê li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Hefteya sêyemîn û dawî wê ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê dewir bigirin.
-
-
-
KJK'ê Bêrîtan bi bîr anî
Koordînasyona KJK'ê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 28'an a şehadeta wê de bi bîr anî û bi vê wesîleyê hêzên YJA Starê yên li Heftanînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, silav kir.
-
-
9 sal ceza li Zûhal Tekîner birîn
Bi sûcê ‘endama rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê ya bi xelek’ ji bo hevşaredara dema berê niha ya Farqînê Zûhal Tekîner 9 sal ceza hate birîn.
-
Dozger cezayê ‘muebeta girankirî’ ji Çîçek Kobanê re xwest
Çeteyên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di 9’ê Cotmeha 2019’an de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiribûn. Di van êrîşan de Çîçek Kobanê piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû girtin. Di rûniştina 3’emîn de dozger cezayê ‘muebeta girankirî’ xwest.
-
Şandeya Jinên Şengalê serdana YNK'ê kir
Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku ev demeke dest bi hevdîtinan kiriye îro jî serdana Jinên YNK’ê kirin. Biryare ku saet 15:00'an serdana Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) bikin.
-
-
-
-
-
Şanedeyek jinên Êzidî serdana Goran û KNK’ê kirin
Di çarçoveya serdanên sazî û rêxistinên Êzidî ya têkildarî lihevkirina Bexda-Hewlêrê şandeyek ji jinên Êzidî pêk dihatin li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê serdana Tevgera Goran û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kirin.