Li Ewropayê bîlançoya germahiyê giran dibe

Li seranserê Ewropayê tê payin ku zêdeyî 100 milyon mirov îro bikeve bin bandora germa ji 35 pileyî. Tê texmînkirin ku li Spanyayê 212 kes ji ber germê mirin.

Li gorî hesabên projeksiyonên nifûsê û daneyên meteorolojîk ên AFP'ê, li seranserê Ewropayê wê îro zêdeyî 100 milyon mirov bikevin bin bandora germa ji 35 pileyî.

Tenê li Fransayê 50 milyon mirov, li Elmanyayê jî zêdeyî 18 milyon mirov wê bikevin bin bandora germa zêde.

LI SPANYAYÊ HERÎ KÊM 212 KES MIRIN

Li Spanyayê di navbera rojên Yekşem û Çarşemê de herî kêm 212 kes mirin ku tê texmînkirin ji ber germa zêde mirin. Li gorî daneyên ji aliyê Enstîtuya Tenduristiyê ya Carlos III a li Madrîdê, ev hejmar bi du qatî ji yên sala bihurî ya heman demê zêdetir e.

LI FRANSAYÊ ASTA ALARMÊ HATE BILINDKIRIN

Li Fransayê, li 72 departmanan alarma sor a germê hate dayin. Li seranserê welêt 51 milyon mirov ketin bin bandora germa zêde. Hate ragihandin ku 5,6 milyon ji vê nifûsê di ser 75 salî re ne.

JI BER GERMÊ ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarê Saint-Gratienê ya li herêma Val-d'Oise yê Fransayê, zarokekî 3 salî yê bi tenê di wesayiteke parkirî de hatibû hiştin, ji ber germê jiyana xwe ji dest da.

LI FRANSAYÊ BÛYERÊN FETISÎNÊ ZÊDE BÛN

Roja Çarşemê li birkên avjeniyê yên li Simard (Saône-et-Loire) û Saint-Estève (Pyrénées-Orientales), li çemekî li herêma Saint-Pavace (Sarthe) û li plajeke li herêma Noirmoutier (Vendée) çar kes fetisîn.

Serokwezîr Sebastian Lecornu ragihand ku ji 18'ê Hezîranê û vir ve 40 kes fetisîn ku piraniya wan ciwan bûn.

JI SENDÎKAYAN BANGA LEZGÎN

Konfederasyona Kar a Giştî ya Fransayê (CGT) bi daxuyaniyekê xwest ku di dema germa zêde de li hemû sektorên kar dema kar bê kurtkirin. Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sophie Binet anî ziman ku karker bêyî ku mûçeyê wan kêm bibe divê di nava mercên guncaw ê hewayê de bixebitin.

Li gorî Rêxistina Kar a Navneteweyî her sal li seranserê cîhanê ji ber germê nêzî 19 hezar kes di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî Saziya Tenduristiyê ya Cemaweriyê ya Fransayê di sala 2025'an de 9 kes ji ber qezaya kar a germê jiyana xwe ji dest dan.