EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Lîmassolê girtina Guven hate şermezarkirin
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Girtina Leyla Guven li Dortmûndê hate şermezarkirin
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN, li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser girtiyên siyasî, çalakî li dar xistin. -
Qetlîamên Mereş û Roboskiyê li Parîsê hate protestokirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîamên Mereş û Roboskiyê bi meşekê hate protestokirin. -
Peymana li ser Şengalê li Bîelefeldê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Bîelefeldê ji bo peymana li ser Şengalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî îmzekirin protesto bikin, daketin qadan. -
KCDK-E: Di cejna Noelê de dewleta Tirk bê sînor êrîş dike
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê cejna Noelê ya Alema Xiristiyanan pîroz kir û bal kişand ku dewleta Tirk di cejna Noelê ya roja pîroz a baweriya Xiristiyanan de, bê perwa êrîş dike. -
Girtina Guven li Mûlhoûseyê hate protestokirin
Li bajarê Mûlhoûseya Fransayê bi çalakiyekê dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate protestokirin. -
Dîlgirtina Leyla Guven li Stûttgartê hate şermezarkirin
Jinên li Stûttgartê, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin. -
Partiya Komunîst a Fransayê: Hemû girtiyên siyasî berdin
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ew cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nikarin qebûl bikin û xwest ku hemû girtiyên siyasî werin berdan. -
Ji bo Leyla Guven li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
Nerazîbûna li cezayê 22 salan ê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn dewam dike. -
Li Aarû’yê bîranîna Mereş û Roboskî
Yên di komkujiyên ku rejîma Tirk li Mereş û Roboskiyê pêkanîbû de jiyana xwe ji dest danî li bajarê Aarû ya Swîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Li Marîgnane’yê çalakiya ‘Ji Ocalan re Azadî’
Bi daxwaza azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li komîna Marîgnane ya dikeve Başûrê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin. -
Konseya Ewropayê daxwaza azadiya Demîrtaş kir
Konseya Ewropayê piştî birayara Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş, carekî din daxwaza azadkirina Demîrtaş da. -
Li Stûttgartê komkujiyên Kanûnê hate şermezarkirin
Li Stûttgartê komkujiyê Meraşê, girtîgehan û Roboskî hatin şermezarkirin. -
Dewleta Tirk Leyla Guven, Elmanyayê jî Tûzak girtin
Aktîvîstê Kurd Mûstafa Tûzak ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê ve hate girtin. Tûzak ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê. -
Ji bo Leyla Guven li Frankfûrtê çalakî hate kirin
Bi armanca protestokirina girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta Tirk ve li Frankfûrt a Elmanyayê çalakiyek hate kirin.a -
Sînn Féin daxwaza berdana Guven kir
Partiya Îrlandayê Sînn Féin demildest daxwaza berdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 22 sal ceza lê hatî birîn kir. -
Girtina Guven li Stockholm û Kolnê hate protestokirin
Girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta Tirk ve, li paytexta Swêd Stocholm û Koln a bajarê Elmanyayê bi çalakiyan hate protestokirin. -
KCDK-E: Li her cihê em lê ne rejîmê tehşîr bikin
KCDK-E destnîşan kir ku biryara di şexsê Leyla Guven a hatiye girtin de dixwazin xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiyê dîl bigirin. -
Li Bernê ji bo ronîkirina sedemê mirina Sezgîn Dag çalakî
Li paytexta Swîsre Bernê gelek rêxistin ji bo bertekê nîşanî mirina gaziyê Pirsûsê Sezgîn Dag bidin li pêşiya Navenda Serlêdana Penaberiyê (SEM) çalakiyek lidar xistin. -
Taylan Kahraman li Dusseldorfê hate bibîranîn
Şehîdê Kurdistanê Taylan Ozgur Kahraman li Dusseldorf a Elmanyayê hate bibîranîn. -
Endamê AKP-MHP’î li Ewropayê li ser sûc hate zevfkirin
Veysel Fîlîz ê dema li Sefaretxaneya Brûksel a dewleta Tirk kar dikir ji ber ku bi MÎT’ê re kar dikir hate dersînorkirin, dema ku 100 kêlogiram eroîn dibir Ewropayê li ser sûc hate zeftkirin. -
Welatparêzê ji Konyayê Aydîlek rehmet kir
Welatparêzê ji Konyayê Mûstefa Aydîlek ê li sirûgûnê dijiya, rehmet kir. -
Gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk û Mam Beşîr li Celleyê hatin bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr, bi pêşengiya çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê li bajarê Celle ya Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Li gel protokolê jî Elmanyayê malavayiya Rêveberiya Xweser nekir
Ji DAÎŞ'iyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radest kir, tenê yek ji wan di dema ketina Elmanyayê de hate destgîrkirin. Li gel protokola ji bo wergirtina DAÎŞ'iyan hate îmzekirin jî rayedarên Elman navê rêveberiya xweser bilêv nekirin. -
Muxalefeta Macar li hemberî Orban bû yek
Muxalefeta Macaristanê, ji bo hilbijartinên 2022'an li dijî hikumeta Vîktor Orban ku bi otorîteriyê tê rexnekirin, yekemcar eniyeke hevpar ava kir.