Dîlgirtina Leyla Guven li Stûttgartê hate şermezarkirin
Jinên li Stûttgartê, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin.
Jinên li Stûttgartê, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin.
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, endamên Însiyatîfa Jinê ya Şehîd Meryem li Schlossplatzê li hev kom bûn û di çarçoveya kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate silavkirin ku 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Leyla Guven rûmeta me ye" hate hildan.
Çalakgeran bal kişandin ser pêwîstiya bi darizandina Seorkkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wêneyên jinên hatin qetilkirin hildan.