Girtina Leyla Guven li Dortmûndê hate şermezarkirin
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN, li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser girtiyên siyasî, çalakî li dar xistin.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN, li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser girtiyên siyasî, çalakî li dar xistin.
Çalakî li pêşiya stasyona navendî ya li bajarê Dortmûndê ya Elmanyayê pêk hat û girtina Leyla Guven, her wiha bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hate şermezarkirin.
Ciwanan greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î yên li zindanên Tirkiyeyê, ku 27'ê Mijdarê dest pê kir, silav kirin.
Çalakiyê nêzî saetekê dewam kir û bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Azadî ji girtiyên siyasî re" bi dawî bû.