Partiya Komunîst a Fransayê: Hemû girtiyên siyasî berdin
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ew cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nikarin qebûl bikin û xwest ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ew cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nikarin qebûl bikin û xwest ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.
PCF'ê di daxuyaniya niviskî de got, ''Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo şertên girtîbûnê yên lîderê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike 2018'an bi mehan ketibûn grêva birçîbûnê.''
PCF'ê ji bo Guven got, ''jina aştîxwaz, parêzvana mafê mirovan a berxwedêr'' û diyar kir, ''Nefreta Recep Tayyîp Erdogan weke hemû nûnerên HDP'ê yên hatine hilbijartin û demokratên din ên li Tirkiyê, dev ji wê jî naqere.''
PCF'ê bi bîr xist ku beriyan niha jî wan peymana piştevaniyê ji bo HDP'ê dane û got, ''PCF êrîşa li ser gelên Tirkiyê, ya li ser Kurdan û ya li ser nûnerên wan ên ku bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin bi tundî şermezar dike.''
Di daxuyaniyê de hate gotin ,''PCF ji bo hemû girtiyên siyasî bêne berdan û ji bo tevgera piştevaniya mezin û xurt a bi gelên Tirkiyê û demokratan re were geşkirin, banga seferberiyê ya li hemû tevgeran dubare dike.
Fransa divê rejîma Enqerê şermezar bike û ceza bike, hem li Tirkiyê û hem li Fransayê divê destekê bide wan hêzên demokratîk ku ku ji bo bibêjin' #StopErdogan!' têdikoşin.