EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Bîelefeldê ji bo Rêberê Gelê Kurd name şandin ji NY’ê re
Li bajarê Bîelefeldê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, name şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY re. -
Ciwanan serdana dezgehên çapemeniyê kirin
Ciwanên Kurd li bajarê Stûttgartê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serdana dezgehên çapemeniyê kirin. -
Dîwana Edelatê biryara PKK'ê da
Dîwana Edelatê ya Ewropayê di wê dozê de ku li dijî derxistina PKK'ê ya ji nav lîsteya terorê YE'yê biribû temyîzê biryar da. Dîwanê bi sedema kêmasiyên şêwazê ya 2018'an ji Dadgeha Giştî re şand. -
Kurdan û dostên wan ên Danîmarkî bi hezaran name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Danîmarkayê bi hezaran name ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. -
Li Zurichê aktîvîstên TCŞ'ê li nava trenê belavok belav kirin
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin. -
Beth: Şawoce: Em pêvajoya beriya Sayfo-15 lêkolîn dikin
Beth-Şawoce diyar kir ku ew li ser pêvajoya ber bi Sayfo-15 lêkolînê dikin. -
Li Parîsê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Li banliyoyên Villiers le Bel û Drancy ên paytexta Fransa Parîsê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Yekane hevrika Macron Le Pen e: Wê gelekî li ber hev bidin
Li gorî anketa dawî ya saziya lêkolînê ya Harris Interactive, hilbijartinên serokkomariyê yên li Fransayê ku wê sala 2022'an pêk werin, di navbera Emmanuel Macron û lîdera rastgiriya tund Marine Le Pen de derbas bibe. -
Partiyên siyasî û wekîlên Ewropî ji bo HDP'ê û Kobanê bang kirin
Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamenta Ewropayê, têkildarî darizandinên 'Kobanê' daxuyanî dan, ku parçeyek ji operasyonên qirkirina HDP'ê ye û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP'ê. -
Ji bo Sînan Dersim li Hambûrgê mîtîngek hate kirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ê ku 27’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke esmanî de şehîd bûbû, mîtîngek hate lidarxistin. -
KOM-MED Sînan Dersim bi bîr anî
KON-MED a ji malbat û hevrêyên Sînan Dersim ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû re sersaxî xwest, banga tevlîbûna li çalakiyên bîranînê yên bên lidarxistin kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê didome
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî dom kir. -
KCDK-E’yê Sînan Dersim bi bîr anî: Ew şoreşgerekî mezin bû
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim bi bîr anî yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû. -
Di meha Remezanê de em dikarin alîkariyê bidin bi deh hezar kesan
Serokê CÎK’ê Tûrhallî diyar kir ku wê îsal di meha Remezanê de alîkariyê bigihînin Kurdistanê û got “Par me gihand bi hezaran malbatan. Heke em kampanyaya xwe xurt bikin em dikarin alîkariyê bidin bi deh hezaran kesan.” -
Rende bersiva 'Ocalan' da Enqereyê: Em ê li gel bindestan bin
Şaredarê Rende'yê Marcello Manna ku welatiya rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bersiv da zextên rejîma Enqereyê û got, "Em ê li gel bindestan bin." -
Koma ji Frankfûrtê Nobeta Azadiyê wergirt
Koma ji Frankfûrta Elmanyayê hatî Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê wergirt. Ev nobet di hefteya 461’an de didome. -
Yekîtiya Ewropa: Rusyayê 100 hezar leşker li ser sînor bi cih kir
Yekîtiya Ewropayê îdîa kir ku Rusyayê hêzeke giran a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. Lê balkêş e ku doh têkildarî hejmara leşkerên Rus du hejmarên cuda eşkere kir. -
Greva birçîbûnê ya li Lavrioyê 106 roj in dewam dike
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kampa Lavrio ya Yewnanistanê pêk tê, di roja 106'an de ye. -
Namzeta Keskan a ji bo serokwezaretiyê Baerbock e
Partiya Keskan a Elmanyayê ku salên dawî dengê xwe zêde kiriye, ji bo hilbijartinên giştî yên 26'ê Îlonê namzeta xwe ya serokwezaretiyê eşkere kir. Hevserok Annalena Baerbock wê di rêza destpêkê de namzeta Keskan be. -
'Elmanya daxwaza taybet a Erdogan bi cih tîne'
Wezareta Karên Hundir a Elman, ku li gel biryara meclîsê ya ji bo qedexekirina komên faşîst ên Tirk gavekê neavêje, li dijî Kurdan siyaseta zext û qedexeyê dimeşîne. -
Li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Koln ê Elmanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin. -
NAV-BEL: Hewl tê dayin ku şerê navbera Çeçen-Fasiyan bixin stuyê Kurdan
NAV-BEL'ê li ser bûyerên pêr ên li bajarê Liege yê Belçîkayê daxuyanî da û diyar kir, ku hewl tê dayin şerê navbera Çeçen-Fasî bixin stuyê Kurdan. -
Li Darmstadt û Mannheîmê tecrîd hate protestokirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Darmstadt a Elmanyayê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Bi heman armancê Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê jî bi rûxmê astengiya polîsan jî çalakî kirin. -
Çalakiya kon a li Kolnê bi mîtîngekê qediya
Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14’ê Nîsanê hatibû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Çalakiya kon a li Bîelefeldê bi meş û mîtîngê bi dawî bû
Çalakiya kon a 3 rojî li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî hatî lidarxistin, îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.