Xizmên windayan ên welatên Akdenîzê li Parîsê hatin cem hev

Li paytexta Fransa Parîsê bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê xizmên windayan ên welatên Akdenîzê ku weke 26 komele di bin FEMED’ê de xwe bi rêxistin kirine, çalakiyek li dar xistin.

Di sala 1981’an de li Kosta Rîkayê Federasyona Komeleyên Malbatên Windayan a Amerîkaya Latîn hatibû avakirin û federasyonê 30’ê Tebaxê wekî Roja Windayan a Cîhanê ragihandibû. Piştre jî bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal di 30'ê Tebaxê de li çar aliyê cîhanê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêka windayan çalakî tên lidarxistin.

Federasyona Ewropa-Akdenîz a li Dijî Windakirinên Bi Zorê (FEMED) ku nûnertiya 26 komeleyên 12 welatan dike, xizmên windayan li Qada Bastîlle ya dîrokî ya Parîsê anîn cem hev.

Seroka FEMED a Cezayîrî dayika windayan Ines got, “Em ê negirîn. Em şopdarê zarokên xwe ne. Li Qada Bastîlle qîrîna malbatên Cezayîr, Şîlî, Misir, Sûriyeyî û Kurd ew e ku em bi hev re hestiyên zarokên xwe parçeyek be jî dixwazin.

Li ser navê CDK-F Bêrîvan Firat axivî û bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî li Tirkiye, Kurdistan, Arjantîn û Şîlî, di dema cûntayê de û di bin zextên giran ên faşîst de bi awayekî berfireh "wendakirina bi zorê" pêk hatiye.

Firat diyar kir ku ev rêbaz bi taybetî di salên 90'î de bi bîrên asîdê re derketiye asta herî jor û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Firat got, “Em ji bîr nakin. Em ê li ber xwe bidin."

Malbatan bi wesîleya 30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê di êvara 30'ê Tebaxê saet 19.30'an de li gelek meydanên cîhanê li hev civiyan û li ser platforma Zoomê di heman demê de deqeyek rêz girtin û gotin, "Êdî bes e."