Xiyaneta PDK’ê li Marsilyayê hat protestokirin
DKTM’ê ya Marsîlyayê bertek nîşanî xiyaneta PDK’ê da û got, “Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku li dijî xiyanetê û têkiliyên qirêj xwedî helwest bin.”
DKTM’ê ya Marsîlyayê bertek nîşanî xiyaneta PDK’ê da û got, “Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku li dijî xiyanetê û têkiliyên qirêj xwedî helwest bin.”
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK’ê ya li dijî Tevgera Azadî û Kurdan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê (DKTM) daxuyanî hat dayîn. Li ser navê DKTM’ê Fethî Tatoş daxuyaniyê bi zimanê Kurdî xwend û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) Mîchella Route axivî.
Tatoş di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi sedsalan li çar parçeyên Kurdistanê êşên mezin dîtine û ev xiyanetê heq nakin û wiha got: “Tevgera Azadiyê ku li dijî êrîşên li ser Kurdan têdikoşe, derbên mezin li hêzên mêtînkar û bi taybet dewleta Tirk a faşît xistiye û didomîne. Di demeke ku Peymana Lozanê ya ku parçebûna Kurdistanê pejirandibû, derbasî sedsaliya xwe ya duyemîn bû, Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku Lozana duyemîn çênebe, di nava Kurdan de yekîtiya neteweyî were avakirin û Kurdistan azad bibe têkoşînek mezin dide, PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a faşît, dixwaze Lozana duyemîn li ser Kurdan pêk bîne.
‘PDK’Ê XIYANETÊ DIDOMÎNE’
Li gel ku Tevgera Azadiyê gelek caran bang li PDK’ê kir ku dest ji têkiliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re berde jî, rayedarên PDK’ê guh nedan van bangawaziyan û têkiliyên xwe yên xiyanetê domandin. Ji rayedarên PDK’ê Alî Avnî ku bi temamî ji nirxên Kurdistanî qut bûye û radestî dewleta Tirk bûye, bi hedef nîşandana nûnerên Tevgera Azadiyê ket hewla rewakirina êrîşên dewleta Tirk.”
Tatoş wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em meclîsa Marsîlayayê bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li Tevgera Azadiyê û gerîlayên wê derkevin û bi pêkanîna yekîtiya neteweyî hesap ji xiyaneta PDK’ê bipirsin.”