Xebatkarên çapemeniya Kurd serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê di roja 103’an de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ya 14 çalakgeran ku 17’ê Kanûna 2018’an destpê kiribû, di roja 103’an de bi biryardariyekî mezin didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi tevlîbûna bi sedan kesan a li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PE) îro bidawî bû, di rojên pêşiya me de bi beşdarbûnên nû wê çalakî bidome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a endamên Înîsyatîfa Azadiya Ocalan ya 14 çalakgeran didome. Kurdistanî û dostên wan yên li her derê Ewropayê piştgiriya çalakiyê dikin. îro jî rojnamegerên Kurd ên di çapemeniya Kurd li Ewropayê kar dikin serdana çalakgeran kirin. Ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û rojnameger Gulîstan Îke rojnamger pêşwazî kirin. Rojnamegeran ragihandin ku ji bo rewşa çalakgeran di cih de bişopînin hatine Strasboûrgê.

Çalakger Îke û Koç qala girîngiya ragihandina berxwedana li dijî tecrîdê ya ji bo cîhanê  kirin.

Îro bi dehan Kurdistniyên li Fransa, Elmanya û gelek welatên din ên Ewropayê dijîn serdana çalakgeran kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Piştî greva birçîbûnê ya roja Dûşemê ya li pêşiya avahiya Parlamenta Ewropayê (PE) di roja 5’an de bi dawî bû, niha bi beşdarbûna bi sedan kesan meşek tê lidarxistin.