Welatparêzê Kurd Karabeg li sirgûnê rehmet kir
Welatparêzê Kurd Abdulkadîr Karabeg ê li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê li sirgûnê dijiya, ji ber nexweşiya şewba vîrûsa korona rehmet kir.
Welatparêzê Kurd Abdulkadîr Karabeg ê li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê li sirgûnê dijiya, ji ber nexweşiya şewba vîrûsa korona rehmet kir.
Li gorî aghaiyên hatin girtin, Abdulkadîr Karabeg ê bavê 4 zarokan, 73 salî ji ber şewba vîrûsa koronayê 27’ê Gulanê rehmet kiriye.
Karabeg ê li Dûîsbûrgê rakiribûn nexweşxaneyekê, ji ber zextên dewleta Tirk ewilê li Kampa Mexmûr û ji wir jî sala 1996’an neçar mabû ku koçî Elmanya bike.
Karabag ê nifûsa wî li ser navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, salên dirêj li Dûîsbûrgê di nava xebatên siyasî, çandî û mirovî de kar kiriye.
Karabeg li gel erkê xwe yê komeleya Kurd di nava xebatên Heyva Sor a Kurdistanê de jî cih digirt.