Wekîlên Swîsreyî serdana Koçak kirin

Wekîlên Swîsreyê serdana Koçak kirin, ku Koçak li Cinêvê di greva birçîbûnê ye, bang li raya giştî ya navnetewî kirin ku li bara grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.

Greva birçîbûnê ya Mehmet Alî Koçak di roja 42'an de li Cinêvê didome. Serdanên destekdayinê yên ji bo Koçak ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cinêvê di greva birçîbûnê de ye, didomin. Nav rojê wekîlên Swîsrî Pablo Croûchon û Jean Burgmeîster serdana Koçak kirin û got ew li pişt çalakiya grea birçîbûnê ne.

KOÇAK: DIVÊ DESTEKA NAVNETEWÎ WERE GEŞKIRIN

Koçak diyar kir çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz dest pê kirî li gelek navendan hatiye rewşeke krîtîk, bal kişande ser daxwaza çalakgeran a rakirina tecrîda li ser Ocalan û diyar kir, daxwaze wan mirovî ye, ev 3 sal in tecrîda mitlieq li ser Ocalan tê danîn û têkilî vê li dijî Kurdan şerekî giran tê kirin.

Koçak her wiha got li dijî vê niqûqiyê divê sazî û dezgehê navnetewî divê bêdeng nemînin û got, niha bi sedan hevalên wan di greva birçîbûnê de li ber rewşa mirinê ne û di rewşke xirab de ne tenê wê dewleta Tirk berpirs be, lê di serî de CPT û Konseya Ewropa, Ewropa jî wê berpirs be.

Koçal her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê diyar kir û got bi geşbûna desteka navnetewî ew dikarin tecrîdê bişkînin.

CROÛCHON: TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN

Parlamenterê Kantona Cinêvê ya Solîdarîte Pablo Croûchon û Jean Burgmeîster diyar kirin ku ew destkê didin çalakiya greva birçîbûnê, daxwazên heq û rewa ne û gotin ,''Tecrîda li ser Ocalan, ku civakek wî mîna lîder ji bo xwe dibîne û ji bo aştiya Tirkiyê xwedî cihekî girîng e, nayê qebûlkirin.''

Croûchon guhnedêriya çapemaniya Swîsre û Ewropayê rexne kir û got li ber çavê wan divê li bara mirina mirovan bêdeng nemînin, bi hevgirtinê, ji bo ku daxwaza çalakgeran were qebûlkirin ew dikarin zextê li ser Tirkiyê bikin.

BURMESÎTER: EM Ê BIŞOPÎNIN

Parlamenter Burgmeîster jî got ew ê rewşa greva birçîbûnê bidşopînin, hewl bidin ku rojevê bînin rojeva parlamentoya kantona Cinêvê û çapamaniya Swîsreyê û ji bo ku daxwaza çalakgeran were qebûlkirin bang li civaka navnetewî kir ku tevbigerin.