Wê 30’emîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî 8’ê Cotmehê bê lidarxistin
Wê 30’emîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî di 8’ê Cotmehê de li Kolnê were lidarxistin.
Wê 30’emîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî di 8’ê Cotmehê de li Kolnê were lidarxistin.
Pêşbirka helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanî (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) ve tê organîzekirin, wê îsal 8’ê Cotmehê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin.
Di pêşbirkê de ku cara 30’emîn tê lidarxistin, wê xelatên helbest û çîrokên bi zimanê Kurmancî, Kirmanckî, Elmanî û Tirkî bên dayîn.
Di pêşbirkê de wê helbestên ji Hindîstan, Ekvador û Baskenland hatine şandin bi beşdaran re bên parvekirin û hunermend Rêber Serhed û Sûna Alan wê konserê bidin. Her wiha wê koma folklorê jî derkeve ser dikê.
Ji bo beşdarbûna Pêşbirka helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî wê ji du navendên Elmanyayê otobus rabin.
Ji bo otobusên ku ji navenda Berlîn û Frankfûrtê û bajarên derdorê rabin, ev agahî hatin parvekirin:
-7’ê Cotmehê saet 23:00’an li ber Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Berlînê bi rê bikevin.
-Yên li Darmstadt û bajarên derdorê wê 8’ê Cotmehê saet 09:00’an li ber stasyona trenê ya navendî ya Darmstadtê bi rê bikevin.
YXK û JXK ji bo beşdarbûna pêşbirkê bang li gelê Kurd û dostên wan kir.