TJK-E'yê ji bo çalakiyên 2'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê banga tevlîbûnê kir, ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, Statu ji Kurdistanê re' bêne lidarxistin.

TJK-E'yê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên li gelek bajaran ên 2'ê Îlonê bi taybetî jî ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, 29 mehên dawî jî di nava tecrîdeke giran de li ber xwe dide û hate gotin, "Di nava van şert û mercan de li Îmraliyê şerê herî mezin ê serdemê tê kirin. Sîstema Îmraliyê sîstema tecrîdê ya mutleq e. Di heman demê de tecrîdeke ku li jinan, civakê, fikir û hestên herî bedew tê ferzkirin. Ji ber vê yekê jî fêhmkirina şerê Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, şertê bingehîn ê jiyana azad e."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û CPT hêzên navneteweyî li hemberî vê sîstema tecrîdê bêdeng in, bi durûtî tevdigerin û hate gotin, "Ev yek di heman demê de erêkirina polîtîkaya qirkirina jin û civakê ye. Em bang li van saziyan dikin ku bi lez li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin."

TJK-E'yê destnîşan kir ku jin heta ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neşikînin nikarin azad bibin û wiha dewam kir, "Heta ku em vê tecrîdê, vê komployê neşikînin, faşîzmê têk nebin wê êrîşên serweriya mêr ên ji bo kuştina jinê, destavêtinê dewam bikin. Ji ber vê yekê pîvana serketinê ya pêngava me; bilezkirina pêvajoya hilweşîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye, hilweşandina faşîzmê ye û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev yek şertê yekane yê têkbirina paşverûtiya bi serweriya mêr e, têkbirina hevkarî-xiyaneta mîna ya PDK'ê ye. Ev yek yekane şertê jiyana azad e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan, ciwanan, gelê Kurd, demokrat, sosyalîst û şoreşgeran, dostên gelê Kurd û gelên cîhanê hate kirin ku li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwestê nîşan bidin, bikevin nava liv û tevgerê û di serî de li Strasboûrgê di 2'ê Îlonê de li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê beşdarî çalakiyan bibin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, Statu ji Kurdistanê re' bêne lidarxistin.