Tevgerên Ciwanên Ewropayê beşdarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn

Tevgerên Ciwanên Ewropayê li Baselê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin ba hev, têkildarî pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandine, civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Dilbirîn Mêrdîn û daxuyaniya bi zimanê Tirkî ji aliyê Yusuf Amed ve hat xwendin.

Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê diyar kirin ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.

Di daxuyaniya Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê de ev tişt hatin gotin:

“Rêber APO ji salên 1960’î vir ve ji bo nakokiyên li Rojhilata Navîn bi awayekî siyasî çareser bike têdikoşe. Weke Kurdekî dema Rêber APO dest bi têkoşînê kir, fêm kir ku pergaleke metînger taybet li tevahiya Kurdistanê heye. Li ser vê yekê Rêber APO dest bi têkoşîna xwe ya mezin kir. Bi vî rengî bi dehan salan gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku li dijî faşîzm û mêtingeriyê her ku diçû radibûn ser piyan, bi rêxistin kirin û perwerde kirin. Vê yekê ne tenê planên dewleta Tirk, planên hêzên ku ji metîngerîya Kurdistanê û kaosa li Rojhilata Navîn sûd werdigirin jî xera kir. Di demeke ku hemû cîhan digot ‘sosyalîzm winda bû’ de, Rêber APO da xuyakirin ku wê sosyalîzma rast çawa be, ev yek jî ji bo gelan bû çavkanîya hêviyê. Ji ber vê rastiyê bi hevkariya hêzên Modernîteya Kapîtalîst û dijminên Kurdan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin.

Rêber APO 25 sal in di bin tecrîd û pergala êşkenceyê ya li derveyî mirovahiyê de dîl tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî bi desteka hevkarên herêmî yên ku xiyanet ji xwe re kirine nasname, dixwazin vê êşkenceya tecrîdê normal bikin û li ser gelê Kurd ferz bikin. Ji destpêka Komploya Navneteweyî heta îro, êşkenceya tecrîdê organîzetir û sîstematîktir bûye. Hewl didin hemû têkiliyên Rêber APO yên bi cîhanê re bi rengekî ku li tu derê cîhanê û di dîrokê de nehatiye dîtin, qut bikin. Ji sala 2011’an û vir ve hevdîtinên bi parêzeran re jî di nav de hemû hevdîtin û ji sala 2015’an ve ku êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin destpêkirin, hevdîtina bi malbat û heyetan re qedexe ye. Qedexe û pêkanînên kêfî yên ku li cîhanê li ser tu girtiyekî nayên meşandin, li ser Rêber APO tên meşandin. Cezayên dîsîplînê yên kêfî û qedexeyên serdanê tên dirêjkirin, serlêdanên hevdîtinê jî bi awayekî kêfî tên redkirin. Bi pêvajoya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re, li Îmraliyê rejîmeke tecrîd û êşkenceyê ya derqanûnî û bêexlaqî hat avakirin û pêşî li Kurdistanê û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Hevkarên herî mezin ên vê êşkenceyê dewlet û saziyên Ewropayê ne. Dewletên Ewropayê ku bi navê parêzvanên demokrasî û mafên mirovan in, hemû pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Îmraliyê bi bêdengî dipejirînin û bi her awayî hevkariya xwe di asta herî bilind de didomînin. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em bêdeng namînin û vê rewşê qebûl nakin.

Em Tevgerên Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn em bi rola ciwaniyê ya pêşeng a ku Rêber APO daye me beşdarî pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ‘dibin. Em TCŞ û TekoJIN, bi vê pêngava ku weke pêngava fînalê ye em ê li her qada ku em lê bin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger nebe em ê bi yek dengî vîna Rêber APO qîr bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku di şexsê azadiya fîzîkî ya Rêber APO de tevlî vê pêngava ku Tevgera Azadiya Kurd û dostên wê ji bo azadiya jinê, jiyana demokratîk û ekolojîk daye destpêkirin, bibin.”