Tevgera Aştiyê piştgirî da grevên birçîbûnê

Tevgera Aştiyê ya Fransayê piştgirî da çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Tevgera Aştiyê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîrxist ku Wekîla HDP’ê Leyla Guven, bi hezaran kes li girtîgehan û Dîasporayê di çalakiyên greva birçîbûnê de ne.

Tevgera Aştiyê diyar kir ku li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger heye û got Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel ji ber çalakiya greva birçîbûnê cezayê disîplînê lê hatiye birîn.

Tevgera Aştiyê ji bo şert û mercên jiyanê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Gelek dijwar e” û diyar kir ku ‘hemû kes ji jiyana Ocalan bifikarin’.

Di dewama daxuyaniyê de Tevgera Aştiyê îşaret bi  gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 5’emîn salvegera komkujiya Parîsê kir û got divê ev hemû di çalakiyên merasîmên bibîranîna komkujiya Parîsê de were rojevkirin.

Tevgera Aştiyê destek da daxwaz û çalakgerên greva birçîbûnê û daxwazên xwe wiha diyar kir:

*Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî be û Ocalan azad bibe

*Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

*Divê li Tirkiyeyê rêz ji bo mafê mirovan were girtin

* Divê yekîneyêk Tirk ji Sûriyeyê bêne derxistin

Tevgera Aştiyê daxwaz ji Serokkomarê Fransa û hikûmetê kir ku li dijî hikûmeta Tirk bikevin nava tevgerê û li dijî hemû mudaxeleyên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser Rojava rawestin.