Tev-Çand: Li dijî êrîşên qirkirinê dakevin qadan

Tevgera Çanda Kurd a Ewropayê diyar kir ku li dijî gelê Kurd pêkanîna qirkirina girseyî xistine dewrê û wiha bang kir, “Li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin û li her derê dakevin qadan."

Tevgera Çanda Kurd a Ewropayê, bang li gelê Kurd û hunermendan kir ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin.

Banga Tevgerê ji bo gelê Kurd û hemû hunermendan wiha ye:

“Dewleta Tirk a nîjadperest û qirker, bi hinceta çalakiya li Enqereyê, bi rojan e bi operasyonên qirkirina siyasî sedan kes binçav kirin û bi êşkenceyê lêpirsîn kirin.

Dema ku li Başûrê Kurdistanê li ber gerîlayan nekarîn, êrîşên kimyewî pêk tîne. Ji îro danê sibehê ve hemû bajar, bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran dike. Di van êrîşan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan sivîl birîndar bûn. Qadên jiyanê yên sivîlan hatine wêran kirin, li dijî gelê Kurd pêkanîna qirkirina girseyî xistine dewrê.

Em careke din diyar dikin; dewleta Tirk çi dibêje bila bêje, ev şer ne li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû Kurd û Kurdistanê ye. Em bang li gelê xwe û hemû hunermendan dikin ku li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin û li her derê dakevin qadan.”