Têkildarî azadiya Ocalan dosya dan saziyên çapemeniyê

Ciwanan li bajarê St. Gallen a Swîsreyê dosyaya têkildarî azadî û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da saziyên çapemeniyê yên mîan Tagblatt TV, Rojnameya Tagblatt û gelek saziyên din.

Aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-JIN bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Ciwanan ragihand ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azadkirin û hevdîtina telefonê ya duh hate kirin û piştre qûtkirin fikar nedan derbaskirin û banga di vê mijarê de ya ketina tevgerê kirin.

Dema ciwanan dosya pêşkêş kirin dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîrkirin û alên wêneyên Ocalan li ser hildan.

Piştre dawî li çalakiya xwe anîn.