Tecrîda Îmraliyê hat protestokirin, Nagîhan Akarsel hat bibîranîn
Li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin û Nagîhan Akarsel hat bibîranîn.
Li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin û Nagîhan Akarsel hat bibîranîn.
Çalakiya gelê Kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” di meha 33’yan de bi biryardarî didome.
Di çalakiya rûniştinê ya vê heftê ku li Qada Natîons a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyîye, endamê Akademiya Jineolojiyê û Rojnameger Nagîhan Akarsel di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn û bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin rawestîne.
Di şexsê Nagîhan Akarsel, Hacî Lokman Bîrlîk ê di 3'yê Cotmeha 2015'an de li Şirnexê hat qetilkirin û cenazeyê wî bi maşîna zirxî ya akrep hat kaşkirin û Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn), Erdal Şahîn li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê di 1'ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn de deqîqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê Tûba Yilmaz ku bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir. Tûba Yilmazbal kişand ser kampanyaya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Edalet ji bo ronîkirina qetilkirina. Nagîhan Akarsel tê meşandin û wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk ên ku jinên Kurd dike hedef bi Nagîhan Akarsel re ne sînorkiriye, di şexsê Nagîhan Akarsel de têkoşîna jinên Kurd hedef tê girtin.”
Hevserokê CDK’ê Mehmet Letîf Çelebî jî bi bîr xist ku di ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan re 24 sal derbas bûne û wiha axivî: "Pêvajoya ku bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê dest pê kir, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bû sedema geşedanên girîng ên civakî û siyasî.”
Çelebî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Her çiqas di sala 1998'an de komploya 9'ê Cotmehê hatibe kirin jî, lê di paşeroja wê de lihevkirineke herêmî û navdewletî heye ku di encama sedsaliya xwe de pirsgirêka Kurd çareser nebûye û gelê Kurd ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatiye hiştin. Sedsal berê dewletên serdest ên li Rojhilata Navîn, hêzên ku sînor xêz kirin, li dijî Rêber Apo ku mîmarê fikra ku sed sal şûnde dikare hêviyê bide gelan, destwerdanek da destpêkirin. Fikra Rêber Apo li ser esasê têkoşîna hevpar û azadiya gelan a li Rojhilata Navîn a Demokratîk e. Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo, destpêka destwerdaneke mezin a ji bo pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd e."
Çelebî anî ziman ku bi komployê re pêşeroja hevpar a welat hate hedefgirtin û wiha domand: “ Armanca wê ev bû ku bi di navbera gelê Kurd û Tirk şerê navxweyî derbixin. Li hemberî vê yekê Rêber Apo bi helwesta xwe ya pêşiya vê girt û li Îmraliyê Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk li pêş xist.
Dema ku ev pêvajoya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi dîlgirtina Rêberê Gelan Rêber Apo ya li Îmraliyê dewam kir, wê aştiya civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê mumkun bike. Ev 24 sal in ev derfet her tim bûye mijareke siyaseta biçûk û Bangên demokratîk û aştiyane yên Rêber Apo bi valaderxistin, tasfiye, plana çongdsnînê û tecrîda girankirî hatin bersivandin. Ne tenê Ocalan li Îmraliyê dîl hat girtin, di serî de Rojhilata Navîn bû bijardeya aştiya civakî û jiyana azad a gelên bindest ên cîhanê dîl hatine girtin.
Şikandina vê tecrîd û dorpêça girankirî ya li ser Rêbertiya li Îmraliyê, guhnedana hem hiqûqa xwe û hem jî hiqûqa navneteweyî ye û gelên Rojhilata Navîn wê zincîra faşîzma li dora xwe jî bişkîne. Em careke din Komploya 9'ê Cotmehê ku sala xwe ya 24'an temam kir, şermezar dikin. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, em bang li hemû gelên xwedî wijdan û berpirsyar dikin ku xwedî li aştî, demokrasî û vîna azadiyê ya Rêber Apo derxistiye holê derkevin.”
KOMPLO DÊ LI ZURÎCHÊ BÊ PROTESTOKIRIN
Bi rojan beriya salvegera komploya navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Swîsreyê dimînin xwe amade dikin ku dakevin qadan.
Di çalakiya ku 7’ê Cotmehê roja Şemiyê li Helvetîplatz a Zurîch a Swîsreyê saet di 16.00’an de bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêk were, banga tevlîbûna meşa navendî hate kirin. Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya rûniştinê anîn.