Tecrîda Îmralî û dagirkeriya Tirk li Cenevrê protesto kirin

TCŞ û JCT bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) ve bi meşekê hate protestokirin.

CDK û YJK Cenevre jî tevlî çalakiyê bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û TJK-E’yê hatin bilindkirin.

Ciwanên li ber Gara Postexane ya berê kom bûn, pankarta bi nivîsa ‘Li ber qetilkirina Kurdan bêdeng e nemînin’ ber bi navenda bajar ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyeke polîtîk’, ‘Bimre rejîma faşîst’, ‘ Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana gerîla’ qîr kirin.

Meşa ji Gara Trenê ya Navendê destpê kir heta pira Cornavîn dom kir. Li vir daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku hata tecrîda li ser Ocalan dawî nebe û êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê neqede di serî de bang li ciwanan û hemû gelê Kurd dikin rabin ser xwe.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.