Tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Lîmasol û Hîldesheîmê Kurdistanî û dostên wan tecrîd û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin û peyama; "Em ê li çar aliyên cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li gelê xwe û doza gelê xwe derkevin" dan.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hatin protestokirin.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst meşiyan.

Meş ji ber Navenda Çanda Kurd a Teofilos a Lîmasolê dest pê kir.

Di meşê de çalakgeran pankartên "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî" û "Dagirkerî û êrîşên qirkirinê rawestînin" û alên PKK, HPG, YPG, YPJ hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bimre xiyanet", "Ji Kurdistanê re azadî", "Kujer Erdogan", "Komara Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime" berz kirin.

Çalakgeran li ber Şaredariya Lîmasolê çalakiya meşê veguherandin mîtîngê û li vir daxuyanî dan.

Çalakgeran bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û diyar kirin ku hêzên ku ji bo Filistînê diqîrin li aliyekê komkujî û qirkirina li Kurdistanê erê dikin. Çalakgeran peyama heta ku dawî li tecrîd û  êrîşên dagirkerî û qirkirinê were dê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

HÎLDESHEÎM

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê ve hat organîzekirin, ji stasyona trenê heta avahiya şaredariyê dewam kir.

Di çalakiyê de alên TEV-DEM, PYD, YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPJ/YPG", "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di axaftinên li ber avahiya şaredariyê de wiha hat gotin: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe û Kurdistan statuyek bi dest nexe, em ê kolanan neterikînin. Em ê li her çar aliyên cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li gelê xwe û doza gelê xwe derkevin."

Çalakî bi dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Terorîst Erdogan" bi dawî bû.