Tecrîd li Wûppertalê protesto kirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wûppertalê bi saziyên Elman re hevpar hatin protestokirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wûppertal û Meclîsa Jinan a Viyan li bajarê Wûppertal a Elmanyayê MLPD Kreis Bergisch, Die Linke, Studierendenkolektivin jî di nav de 18 sazî hatin ba hev, belavoka hevpar a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kiribûn xwendin û protesto kirin.

Nûnerên saziyan ên saet 17:00’an li pêşiya Navenda Civak a Kurd a Demokratîk kom bûn, metna amade kiribûn xwendin.

Di metnê de bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û got: “Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye.” Bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe û li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwest.