Swîsre diçe hilbijartinê

Hilbijartinên Meclîsa Federal wê 22’ê Cotmehê roja Yekşemê li Swîsreyê bên kirin. Kurdên ku dixwazin di van hilbijartinan de zêdetir di meclîsê de cih bigirin jî bi israr in.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) li Bern û Aargauyê, li gel piştgiriya kantonan û di hilbijartinên li ser navê Meclîsa Federal de piştgirî dide SP û Keskan.

Struktura siyasî ya Swîsreyê ji du meclîsan pêk tê. Ji vana yekemîn Meclîsa Kantonê (Ständerat) ku ji 46 endaman pêk tê û ya din jî Meclîsa Neteweyî ya bi 200 endaman e. Parlamenterên ku dê di hilbijartinên ku dê heyama 52’yemîn bidome de bên hilbijartin dê heta sala 2027’an kar bikin. Meclîsa Federal a Swîsreyê xwedî avahiyek pir bi îstîkrar e. Ji sala 1919’an de, ew ji hêla Partiya Gel a Swîsreyê (SVP), Partiya Demokrat a Lîberal (FDP), Partiya Demokrat a Xiristiyan (CVP) û Partiya Sosyal Demokrat (SP) ve hatiye damezrandin. Di her du hilbijartinên dawî de, di nav partiyên rastgir û çepgir de dubendî çêbûn. Keskan (Grün) û Keskên Lîberal serkeftineke mezin bi dest xistin û bûn hêzeke cidî.

5 HEZAR 909 KES DIKEVIN PÊŞBIRKÊ

Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Federal ve hatin ragihandin; Li 20 kantonan 5 hezar û 909 kes ji bo kursiyên Meclîsa Neteweyî dikevin pêşbirkê. Ev jimar 1264 kes e, ango ji sedî 27, ji çar sal berê zêdetir. Taybetmendiyeke din a vê hilbijartinê jî piraniya namzetên jin e. Rêjeya jinan di nava namzetan de ji sedî 41 e

RASTGIRÊN DIJBERÎ PENABERANE ZÊDE DIBE

Di van hilbijartinan de partiyên çepgir pirsgirêkên dewleta civakî, ekolojî, perwerdehî û hawirdorê esas digirin, partiyên rastgir ên bi pêşengiya SVP’ê bi polîtîkayên li dijî koçberiyê re rû bi rû ne. Zêdebûna pêla koçberan, bi taybetî di van salên dawî de, rojeva sereke ya hilbijartinan pêk tîne. Ji sedî 39’ê nifûsa Swîsreyê ji koçberan pêk tê. Partiyên rastgir bi soza tundkirina polîtîkayên koçberiyê propagandaya hilbijartinê didomînin. Lêkolîna raya giştî jî nîşan dide ku ev meyl her ku diçe xurt dibe.

ZÊDEBÛNA NAMZETÊN PEBABERA

Rêjeya beşdariyê di hilbijartinên borî de ji sedî 45 bû. Di hilbijartinên ku dê dawiya vê hefteyê bên kirin de rêjeya namzedên bi paşerojê yên penaberan her çiqas îsal zêde bûbe jî lê dîsa jî negihîştiye ji sedî 20. Di hilbijartinên ku gelek namzedên bi eslê xwe Kurd û Tirk ketin hevrikiyê de; Li Baselê Mustafa Atîcî û Sîbel Arslan û li Zurîhê jî Huseyîn Mamaklî weke namzetên herî nêzî hilbijartinê tên dîtin. Kantonên ku herî zêde namzetên Tirkiyeyê lê hene Zurîh û Aargau ne. Di hilbijartinên van her du kantonan de 7 namzedên Tirkiyê hevrikiyê dikin. Li Kantona Bernê jî 5 namzedên Tirkiyê pêşbirkê dikin. Di hilbijartinê de bi giştî 37 namzedên Tirk û Kurd hevrikiyê dikin.

PIŞTGIYA NAVÊ BINGEHÎN Û KANTONAN

Armanca Kurdên çalak ew e ku bêtir parlamenteran bixin parlamentoyê. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) ji bo hilbijartinan Komîsyona Hilbijartinê ava kir. Demek dirêj e Komîsyona Hilbijartinê kar dike. Ji Komîsyonê Ahmet Yaman jî diyar kir ku weke Kurdên li Swîsreyê dijîn, ew ê ne ji partiyan zêdetir piştgiriyê bidin namzetan. Yaman wiha got: “Dostaniya me bi partiyên çepgir re heye, lê di vê hilbijartinê de me biryar da ku em li gorî rewşên xweser ên Kantonan piştgiriyê bidin namzetan. Em li Bern û Aargau piştgirî didin SP û Keskan. Em ê li cihên din piştgiriya bi navê xwe bikin.”

PARLEMENTERÊN KURD ZÊDETIRIN

Tercîhên partiyên Kurdan ên li Swîsreyê bi piranî partiyên çepgir in. SP li pêşiya van partiyan e. Ji bilî SP, Keskan, BastA li Baselê, Kesk Lîberal û PdA û Yekîtiya Hêza Çep ku bi hevpariya partiyan hatine avakirin. Niha li Parlamentoyê du parlamenterên Kurd hene. Li Kantona Baselê Mustafa Atîcî û Sîbel Arslan hatin hilbijartin. Atici û Arslan ji nû ve namzed in û şansê wan ê hilbijartinê zêde ye. Ji Kurdên Konyayê Bulent Pekerman ku ji Kantona Baselê namzetê Partiya Keskan a Lîberal e û xwe amade dike ku bikeve Meclîsê. Li Kantona Bernê jî siyasetmedara ciwan Leyla Guzel yek ji wan navan e ku bi azwerî xwe ji bo hilbijartinan amade dike. Omer Reşîtoglu û Hewlêr Guneş li Kantona Lûzernê dikevin hilbijartinê.

HEVSEROKÊ CDK-S’YÊ MAMAKLÎ NAMZET E

Kantona ku herî zêde parlamenter dişîne Meclîsa Federal Zurîh e. Hevserokê CDK-S’yê Huseyîn Mamaklî ji Partiya Keskan namzet e. Tê payîn ku Mamaklî bê hilbijartin. Zurîch yek ji kantonên ku herî zêde Kurd lê dijîn e. Ahmet Yaman got, “Hevserokê me yê meclîsê, namzetê me ye û ji bo bi ser bikeve em hewl didin. Helbet ne tenê namzetê Kurd, dostên Kurdan ên ku di heyama dawîn de li Meclîsê bûn jî hene. Ji bo hilbijartina wan em ê piştgiriya wan bikin.”

KOMA DOSTANIYA KURDAN GELEK GIRÎN E

Yaman bi bîr xist ku Swîsre welatekî ku giranî lê dijîn e û got: “Biryarên li meclîsê hatine girtin me jî eleqeder dike. Biryarên ku Meclîsê li dijî zext û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê li ser Kurdan tên girtin, di qada navneteweyî de jî xwedî bandor in. Koma Dostaniya Kurdan a ku piştî her hilbijartinên Parlamentoyê tê avakirin, xebatên girîng dimeşîne. Em ê keyfxweş bibin ku carek din werin hilbijartin.”

NAMZETÊN PIŞTIGIRIYA WAN TÊ KIRIN

Yaman, navên namzetên ku piştigiriya wan dikin wiha eşkere kir: “Em ê li kantona Lozan û Aargaûyê piştgiriya Partiya Sosyalîst (SP) û Keskan (Grüne) bikin. Li Cenevreyê em ê piştgiriya Endama Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî û namzetê SP'ê yê Cenevreyê Laurence Fehlmann Rielle, Serokê Koma Keskan Nicolas Walder, Şaredarê berê yê Cenevreyê namzetê Tifaqa Çep û dostê Kurdan Remi Pagani, Serokê Koma Dostaniya Kurdan a Meclîsa Federal Carlo Sommaruga, Parlamenterê Federal ê Solothurnê Franziska Roth, Sekreterê Basel BastA Franziska Stier, Endamê Meclîsa Federal a St. Gallenê yê ku timî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dixist rojeva meclîsê Claudia Friedl, Parlamenterê Kantona Ticona û berdevkê Însîsiyatîfa ji Ocalan re azadî Dr. Beppe Savary-Borioli, Damezrênerê Komîteya Ticino Kobanê Adriano Venuti û Parlamenterê Meclîsa Federal a Zurîhê Fabian Molina. Em ê bi awayek vekirî piştevaniya van navan bikin.”

DENGDANA BI RÊYA NAMEYAN QEDIYA

Hilbijêran ji 23’ê Îlonê ve bi rêya posteyê dest bi dengdayînê kirin. Dengdana bi rêya postê di 17’ê Cotmehê de bi dawî bû. Hilbijêrên ku dengên xwe nedane dikarin heta 22’ê Cotmehê roja Yekşemê biçin ser sindoqên ku li şaredariyan hatine danîn dengên xwe bidin.