Slovenya dixwaze Aslan radestî Tirkiyeyê bike
Welatparêzê Kurd ku di meha Hezîran a borî de bi hinceta di nava Lîsta Sor de tê lêgerîn, destgîr kirîn û piştre jî bi biryara dadgehê hatibû girtin. Slovenya dixwaze wî radestî Tirkiyeyê bike.
Welatparêzê Kurd ku di meha Hezîran a borî de bi hinceta di nava Lîsta Sor de tê lêgerîn, destgîr kirîn û piştre jî bi biryara dadgehê hatibû girtin. Slovenya dixwaze wî radestî Tirkiyeyê bike.
Welatparêzê Kurd Osman Aslan ku sala 1994’n ji ber zextên dewleta Tirk çûyî Elmanyayê û mafê penaberiyê sitandî, meha Hezîrana derbasbûyî ku ji bo bêhndanê çûbû Slovenyayê, bi hênceta ku Intepolê derxistiye û bi Lîsta Sor tê lêgerîn hate destgîrkirin. Bi rûxmê ku Aslan li Elmanyayê xwedî statuya penaberiya siyasî ye, ew di 30’ê Tîrmehê de derxistin pêşberî dadger.
Dadgeha Slovenyaya ku girîngî dide daxwaza dewleta Tirk, diyar kirin ku li Elmanyayê belgeyên pêwîst nehatine û biryara berdana welatparêzê Kurd neda. Bi rûxmê ku çar meh bi ser re derbas bûye, Aslan hîn nehatiye berdan, li aliyekê biryara Interpolê dikin bihane bi şandina ji bo Tirkiyeyê re rû bi rû ye.
EV 4 MEH IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE
Li Elmanyayê saziyên civaka sivîl, komeleyên penaberan û teşkîlata Partiya Çep a Parêzgeha Ren Vestfalya a Bakur (NRW) a ku Osman Aslan lê dijiya, bang li gelek hem Elman û hem rayedarên Slovenyalî kirin. Lê belê bi rûxmê vê jî diparêzin ku rewşa Aslan nayê zanîn.
Slovenya di derbarê mijara welatparêzên Kurd û mûxalîfên rejîma Erdogan de bi rêya Interpolê ya hevkariya Tirkiyê ev ne cara yekem e. Di sala derbasbûyî de Îzmet Kiliç ê ku li Dûîsbûrgê dijiya, bi daxwaza Tirkiyeyê li Slovenyayê 3 mehan girtî mabû, pişte di encama hewildanên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li Elmanyayê hatibû berdan.