Siyasetmedarên Swêdî: Yekşemê dersa AKP'ê bidinê!

Siyasetmedarên demokratên sosyal ên Swêdî, bal kişandin ser polîtîkatên zextê û nehiqûqî yên AKP'ê û ji hilbijêran xwestin ku Yekşemê dersekê bidin AKP'ê.

Li Swêdê Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osteberg jî di nav de sê siyasetmedarên demokratên sosyal bang kirin ku 31'ê Adare her kes biçe ser sendoqê û dersekê bidin desthilata AKP'ê.

Di daxuyaniyê de ya ku di rojnameya Dagens Arena da weşiyayî hate gotin di 17 salan de ya dema desthilata AKP'ê û Erdogan mafên demokratîk û azadî gav bi gav hatine rakirin, nakokiyên di navbeyna dîndar û laîkan de derxistine holê û civak ji hev dabeş kirine.

'TIFAQA FAŞÎST'

Di daxuyaniyê de hate gotin AKP her diçe bêhtir dide pey siyaseta milliyetgiriya faşîst û şowen, bi MHP ya faşîst û nîjatperest re 31'ê Adarê diçe hilbijartinê, zexta li ser HDP'ê, rewşenbîr û nûçegihanan hate destnîşankirin û hate gotin, ''Lîderên partiya di muxaletê de ya HDP'ê, gelek nûnerên wê bi rengekî kêfî hatin destgîrkirin, zexta li ser saziyên alîgirên Kurdan ên ku rexneyan li hikûmetê tînin zexta siyasî, yasayî û sosyal zêdetir bûye. Azadiya derbirînê û çarçoweya civaka sivîl hate bertengkirin.''

'ELEWÎ KIRIN HEDEFÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin li ser Kurdan û Elewiyan cihêkariyeke sîstematîk heye,nayê hiştin ku Elewî, ku nifûsa wan 20 milyon e li gorî baweriya xwe ya dînî bijîn, komkujiyên li ser Elewiyan ên Dersim, Meraş, Çorûm û Sêwazê hate bibîrxistin û hate gotin, beriya bi çend rojan li ser deriyên malên Elewiyan bi rengê sor îşaret hatine lêkirin û gef li Elewiyan xwarine ku ew ê jî mîna yên Dersim, Meraş, Çorum û Sêwasê bi saxî werin şewitandin.

HELWESTA LI DIJÎ SOYLU

Demokratên sosyasl gefên Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu bi bîr xistin, ku Soylu gotibû, dema ku welatiyên Tirkiyê vegerin ew ê werin girtin û bang li hilbijêran kirin ku biçin ser sendoqê û gotin, ''Biçin ser sindoqê û bêtirs li dijî AKP'ê biqaqibin.''