Siyasetmedar û akademîsyen nobeta çalakiyê dikin

Siyasetmedarên HDP'yî û akademîsyen ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnên ên ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kirî li Berlînê nobeta çalakiyê dane destpêkirin.

Çalakiyên destekdayinê yên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome.

Siyasetmedarên HDP'ê yên sirgûn, akademîsyen, hunermend û nûçegihan ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiya nobetê dane destpêkirin, çalakî heta Înê wê bidome û li meydana Brandenbûrgê ya li nêzî Meclîsa Fedeeral tê kirin.

Çalakî bi axaftina parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan dest pê kir.  Piştî axaftinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Daxuyanî ji hêla parlamentera berê ya HDP'ê Leyla Bîrlîk ve hate xwendin û binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê û Tirkiyê hatin destnîşankirin.

'ELMANYA Û EWROPA DIVÊ BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERIN'

Di daxuyaniyê de rewşa çalakgerên greva birçîbûnê hate vegotin, hate gotin, çi kesê ku dilxwazê aştî û demokrasiyê ye divê guh bide çalakiya Leyla Guven û hewcehiya hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyê bi aştiyê heye. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin pirsa Kurda giranti dike û bang li Elmanya û welatên Ewropî hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin û hate gotin, ''Em dixwazin hêzên demokratîk ên Ewropayê destekê bidin Leyla Guven. Ji bo ku Guven û bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê sax bimînin zextê li ser hikûmeta Tirk bikin.''

Piştî daxuyaniyê siyasetmedar, akademîsyen û hunermen axivîn, xwestin ku tecrîd demildest bi dawî bibe.

WÊ ÇAR ROJAN BIDOME

Çalakî wê çar rojan bidome û her roj di navbeyna saet 13.00 û 17.00'an de li meydana Brandenbûrg Torê be.