Sinn Fein li Îrlanda Bakur bû partiya yekemîn
Sinn Fein ku baskê siyasî yê ÎRA'yê bû û piştî peymana aştiyê veguherî partiyeke siyasî, li Bakurê Îrlandayê bû partiya yekemîn.
Sinn Fein ku baskê siyasî yê ÎRA'yê bû û piştî peymana aştiyê veguherî partiyeke siyasî, li Bakurê Îrlandayê bû partiya yekemîn.
Li gorî lêkolînên li nava raya giştî yên li du welatan, Sinn Fein li Îrlandayê bi 9 pûanan li pêş hevrikê xwe DUP e û rêjeya xwe ya dengan ji sedî 25 e. Li gorî anketa ku ji aliyê Politico Europe hate çêkirin jî, rêjeya dengê Sin Feinê ji sedî 29 e.
Sinn Fein bi taybetî salên dawî bi polîtîkayên xwe yên pêşverû yên di mijarên aborî û civakî de dimeşîne, li nava raya giştî bûye xwedî hêzeke xurt.
Li gorî heman lêkolîna raya giştî, li Îrlanda Bakur, rêjeya mirovên ku serxwebûna ji Îngilistanê dixwazin zêde dibe. Lê rêjeya mirovên ku dixwazin hîn jî bi Londonê ve girêdayî bimînin ji sedî 49 e. Dema ku mijar dibe girêdana bi Îrlandayê re, rêjeya mirovên ku piştgiriyê didin vî fikrî dibe ji sedî 51.