Seyîd Evran li Brukselê hat bîranîn

Nûçegihanê ANF’ê Seyîd Evran li Brukselê hat bîranîn. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got: “Ji bo ku ji têkoşîna welat û gelê xwe re bibe bersiv, tiştên nedihatin zanîn eşkere kir û ji bo ku dîroka PKK’ê, Rêber Apo û gerîla vebêje jiyana xwe derbas kir.

Nûçegihanê ANF’ê Seyîd Evran ku li Rojava di encama êşa dil de şehîd bû, duh li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Kedkarên Çapemeniya Azad ve hat lidarxistin. Gelek rojnamevan beşdarî merasîmê bûn. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî beşdarî bîranînê bû. Li salona ku bîranîn lê hat kirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin daliqandin. Bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina Sirûda Ey Reqîb merasîm destpê kir.

Sînevîzyona derbarê jiyana bi têkoşînê dagirtî ya Seyîd Evran, hat temaşekirin. Piştre yek ji hevalên Seyîd Evran Rojnamevan Huseyîn Dag têkildarî têkoşîna Seyîd Evran a di salên ciwantiyê de û salên tevlîbûna wî ya Tevgera Azadiyê axivî.

‘EM Ê WÎ BIDIN JIYANDIN’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal destnîşan kir ku têkoşîna ku Evran meşandî, di heman demê de têkoşîna Çapemeniya Azad e û got: “Ji salên 90’î heta îro têkoşiya. Bi kamera û pênûsa xwe li 4 parçeyên Kurdistanê geriya. Bi pênûsa xwe heqîqet anî ziman. Bi xwe digot, hin deman her tişt pênûs bû, carnan jî çeka me her tişt bû. Zû ji nava me veqetiya. Ji bo ku ji têkoşîna welat û gelê xwe re bibe bersiv, tiştên nedihatin zanîn eşkere kir û ji bo ku dîroka PKK’ê, Rêber Apo û gerîla vebêje jiyana xwe derbas kir. Di destê me de ye ku em vî ruhî bidin jiyandin. Ev pênûsa Seyîd e, kameraya wî ye. Pênûs û kameraya hemû şehîdên çapemeniya azad e.”

Piştî axaftina Kartal, rojnamevanên din jî yên ku Evran nas dikirin û ji têkoşîna wî re şahidî kiribûn, axivîn.

Rojnamevan Aysel Avesta jî diyar kir ku Seyîd ji wan re weke mîrateke mezin ma.