Serketina QSD’ê li Borlange ya Swêdê hate pîrozkirin
Serketina QSD’ê li bajarê Borlange ya Swêdê serketina QSD’ê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD), Partiya Çep a Swêd û Partiya Keskan bi mîtîngekê hate pîrozkirin.
Serketina QSD’ê li bajarê Borlange ya Swêdê serketina QSD’ê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD), Partiya Çep a Swêd û Partiya Keskan bi mîtîngekê hate pîrozkirin.
Di axaftinên mîtîngê de hate kirin serketina QSD’ê hate vegotin û banga piştevaniyê hate kirin.
Nûnerê Êzidî Şêx Xelef jî axivî û spasiyên xwe pêşkêşî QSD’ê û YPG/YPJ’ê kir. Şêx Xelef ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî ya ji aliyê şervanên QSD’ê ya ji destê DAÎŞ’ê minetdariya xwe pêşkêş kir. Şêx Xelef tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protesto kir.
Şêx Xelef da xuyakirin ku ragihandina dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê ya li Swêdê erkê wan e. li ser navê NCKD jî axaftin hate kirin û hate bibîrxistin ku serketina QSD, YPG/YPJ’ê li Kobanê hate destxistin kir ku serweriya DAÎŞ’ê ya herî dawî li Baxozê bi dawî bibe. Hate gotin ku divê di serî de hemû cîhan û welatê Swêd ji bo xwedî li van şervanan derbikevin û statûyeke fermî bide wan. Dîsa bêdengiya raya giştî ya Ewropa ya li hember grevên birçîbûnê nayê pejirandin. Banga hê zêdetir xwedî li berxwedêrên grevan derbikevin hate kirin.
Mîtîng bi gerandina govendan ve bi dawî bû.