Serkeftina Kobanê li Frankfûrtê hat pîrozkirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Frankfûrtê bi meşekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Meşa ji aliyê Federasyona FCDK-KAWA û Defend Rojava li ber statsyona trenê ya navendî ya Frankfûrtê hat lidarxistin. Kurdistanî û enternasyonalîstên Frankfûrt, Darmstadt, Hanaû, Offenbach, Gîessen û Bensheîmê tevlî meşê bûn.

Di meşa ku li navenda bajêr li Haûptwache bi dawî bû, bêyî navber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û alên YPG/YPJ û PYD’ê hatin hildan.

Çalakî li Haûptwacheyê bi xwendina belavokê û belavkirina belavokan bi dawî bû.