Semînerên web ên Rêberê Gelê Kurd vedibêjin destpê dike

Rêze semînerên web ên ji aliyê tora ‘Jin Siberojê Vedihonin’ a ku wê meha Nîsanê ji bo vegotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pradîgmaya wî bide nasîn, destpê bike.

Semînerên web wê di meha Nîsanê de bi pirsa ‘Abdullah Ocalan kî ye?’ destpê bike.

Di semînerên ji aliyê tora ‘Jin Siberojê Vedihonin’ ve tê organîzekirin, wê pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê vegotin.

Tora Jin Siberojê Vedihonin daxuyaniyek li ser mijarê da û got: “Rêze semînerên web wê felsefeya Abdullah Ocalan, azadiya wî û lêgerîn azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurd a ji bo her kesê, wê bi venêrîna jinê ya li dijî her cûre zext û êrîşan bê vegotin.”

Di vexwendinnameya bi rêya onlîne hate parvekirin de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sa lin di nava tecrîdê de ye û hemû têkiliyên wî yên bi cîhana derve re hatine qûtkirin û ev hate gotin: “Her ku diçe şert û mercên fîzîkî yên fikrî yên Abdullah Ocalan tê sînordarkirin.”

Tora jinan ragihand ku wê rêzesemîner ên web Abdullah Ocalan, felsefeya azadiyê û tevgera rizgariya Kurd vebêje.

Wê di semîneran de Abdullah Ocalan û ramana wî bê vegotin û nasandin.

Rêze semînerên web wê 4’ê Nîsanê li gorî saeta Îngîltereyê saet 19:00’an destpê bike. Semînera yekem wê ji aliyê yek ji hewldana ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya navneteweyî Havîn Guneşer bersiva pirsa ‘Abdullah Ocalan kî ye?’ bide.

Navnîşana ji bo tomarkirinê hûn dikarin li ser vê navnîşanê bikevin peywendiyan: [email protected]

Hûn dikarin li ser qenala You Tabe ya bi navê "Women Weaving Future" jî weşanê zindî temaşe bikin.