Salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hat pîrozkirin

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di pîrozbahiya 20'emîn salvegera PYD'ê ya li Berlînê de axivî û got, "Çawa ku çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin, divê gelê me yê li Ewropayê jî xwe bi rêxistin bike û bersivê bide hemû êrîşan.“

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya 20’emîn salvegera Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) şahiyek hat lidarxistin. Qada şahiyê bi alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin xemilandin. Şahî bi pêşeniya PYD-Berlîn hat lidarxistin. Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî tevlî şahiyê bû.

Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Ewilî li ser navê komîteya amadekar Adnan Osê axivî û şehîdên ku di avakirina PYD'ê de cih girtin bi bîr anî û got, "Em 20'emîn salvegera PYD'ê ya ku li Rojava hebûna xwe ya li ser bingeha konfederalîzma demokratîk didomîne, pîroz dikin."

Piştre sînevîzyona ku pêvajoya 20 salan a PYD’ê vedibêje hate pêşandan.

Di şahiyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî axivî. Abdullah anî ziman ku sîstemenên hegemonîk wê şer hîn kûrtir bikin û got: “Eger em vê pêvajoyê baş nexweşîn, xwe birêxistin nekin û tênekoşin, em nikarin pêşeroja xwe ava bikin. Şer, şerê aborî û hemû şerên taybet ji bo guhertina demografiya Kurdistanê ye. Li dijî vê têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd, êrîşên li ser gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê bi hemû cure çekan dewam dikin. Êrîşên bi ser Rojava, piştî êrîşên çeteyên El Nûsra bênavber dewam dike. Ji bo her kesî tiştek heye ku bike. Eger hemû gelê me yê li dîasporayê ji bo Rojava û Kurdistanê tênekoşe, xwe bi rêxistin neke û piştgiriyê nede şoreşê, rojên dijwar li benda me ye.

DIVÊ GELÊ ME YÊ EWROPA JÎ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BE

Eger şoreşa jinê îro ewqas pîroz e, bi bedel, şehîd û gelê me hatiye afirandin. Mafê me heye û divê li her derê li dijî vî dijminê dagirker têbikoşin. Divê tu kes nefikire ka çi dikare bike. Arîn Mîrkan kesek bû, me hemûyan dît ku ka dikare çi bike. Her kes dikare tiştekê bike. Ji Dêrikê heta Şehbayê her cih bi balafirên şer tên bombebarankirin. Di encama êrîşên bêexlaqî de ji sedî 50‘î saziyên alîkariya civakî neçar man ji Rojava derkevin. Li hemberî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk, divê em sazî û rêxistinbûna xwe hîn xurttir bikin. Merasîma şehîdên me di bin bomberdûmana balafiran de pêk hat û gelê me ji bombeyan netirsiya û xwedî li şehîdên xwe derket. Sedema bomberdûmanên îro xalîkirina ji mirovan e û fetisandina konfederalîzma demokratîk e. Eger em xwe birêxistin nekin, em ê winda bikin û ji holê rabin. Eger zarokên me ziman û çanda xwe ji bîr bikin, bedelên ku tên dayîn wê tu wateya xwe namîne. Divê gelê me yê li Ewropayê xwe bi rêxistin bike, çawa ku îro çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide, gelê me yê li Ewropayê jî divê xwe bi rêxistin bike û bersivê bide êrîşên li dijî îrade û nameya xwe. Eger gel xwe birêxistin bike, bawer bike. Eger gel xwe birêxistin bike û bawer bike, tu qirkirin û asîmîlasyon nikare bigihêje armanca xwe.

RÊYA SÊYEMÎN

Rêbertî 25 sal in ji bo vê têdikoş e. Ên ku xizmetê ji gelê Kurd re nakin, xizmetê ji dagirkeran re dikin. Di warê parastin, perwerde, rêxistinbûna jinan û siyasî de her tiştê me heye. Ji bo vê bi hezaran ciwanên me xwîna xwe rijandin. Li hemberî vê bedelê divê em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Divê em şaştiyan rast bixwînin. Ger em rast nexwînin, em ê bedelên hatine dayîn jibîr bikin. Îro hemû aliyên siyasî yên ku xizmeta gelê Kurd nakin û tênakoşîn, xizmeta dagirkeriyê dikin. Du rê hene; Yan ji bo gelê Kurd xizmetê bikin û têbikoşîn, yan jî xizmeta dagirkeriyê bikin û li ser xeta xiyanetê bin. Em ji sala 2002’an ve partiyek in. Em bi hêz in û her tiştê ku em dikin diyar e. Bernameya me ya Sûriyeyê jî diyar e. Ji bo vê jî divê her Kurd xwe di warê siyasî û civakî de bi rêxistin bike. Weke ku me di destpêka şoreşê de jî got, em rêya 3‘yemîn û em sîstema xwe ya li Rojhilata Navîn bi konfederalîzma demokratîk ava dikin.“

Piştî axaftina Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Hozan Axîn, Ferhed Hiso, Dîmas û Bengî Agirî derketin li ser dikê stran gotin.