BI DÎMEN

Li Villiers-le-Belê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li bajarê Villiers-le-Bel ê Fransayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

Pîrozbahiya ku li ser banga Meclisa Şehîd Evîn Goyî hat lidarxistin, jin û zarok beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be" hatin berzkirin.

Pîrozbahiya ku tê de fîşekên hewayî jî hatin pêxistin, bi gerandina govendê dewam kir.

Di axaftinên pîrozbahiyê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate kirin.