Rojnamevanê Kurd Ehmed Azad Çagan li Swîsreyê di bin gefa dersînorkirinê de ye
Rojnamevanê Kurd ê aktîvîst Ehmed Azad Çagan ku li Swîsreyê daxwaza penaberiyê kiribû, ji bo dersînorî Tirkiyeyê bê kirin, hate binçavkirin.
Rojnamevanê Kurd ê aktîvîst Ehmed Azad Çagan ku li Swîsreyê daxwaza penaberiyê kiribû, ji bo dersînorî Tirkiyeyê bê kirin, hate binçavkirin.
Rojnamevan Ehmed Azad Çagan ji ber ku jiyana wî di bin xetereyê de bû, neçar mabû berê xwe bide Ewropayê.
Lê belê rayedarên Swîsreyê tevî daxwaza penaberiyê ya rojnamevan Çagan biryara dersînorkirinê da. Ev biryar weke rewşeke ku jiyana Çagan dixe metirsiyê dertê holê.
Gelek rojnamevan û aktivîst nerazîbûn nîşanî biryara dersînorkirina Çagan dan.
Têkoşîna li dijî biryara îadekirina Çagan a ji Swîsreyê, bi kampanyayên ku li ser platformên medyaya civakî û bi taybetî jî li ser X (bi navê berê Twîtter) tên lidarxistin, dewam dike.
Çalakgerên ku bi post û etîketên curbecur hewl didin piştgiriyê kom bikin, dixwazin jiyan û azadiya ramanê ya Çagan bê ewlekirin.